17:03 26 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un

Trump: Ez ji bo hevdîtina bi Kim Jong-u re 5 cihan difikirim

© REUTERS / Lucas Jackson
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Florîda ya Amerîka bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re civiya û got, hevdîtina wî ya ligel serokê Koreya Bakur dibe di destpêka meha Hezîranê de pêk were. Trump daxuyand ku ew ji bo hevdîtinê 5 cihan difikire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li eyaleta Florîda ya Amerîkayê bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe re kom bû û paşê civîneke çapemeniyê li dar xist. Trump di civînê de diyar kir ku wan bi Koreya Bakur re dest bi hevdîtinên rasterast û payebilind kirine.

Trump diyar kir ku ew bê sebir ku bi serokê Koreya Bakur Kim Jong-u re werin cem hevdu û li ser pirsa ew ê li kuderê bi serokê Koreya Bakur re bicive, got, "Li 5 cihan."

Serokê Amerîkayê li ser cihên ku ew difikire zêde agahî neda.

Trump diyar kir ku "ger kar baş berdewam bike" hevdîtin wê di destpêka meha Hezîranê de pêk were û got, "Dibe ku qet nebeje."

Bi heman mijarî:

Amerîka wê li Koreya Bakur balyozxane veke gelo?
Lavrov serdana Koreya Bakur dike
Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Ri serdana Çînê, Azerbeycanê û Rûsyayê dike
Rûsya: Em hevdîtinên di navbera Serokê Koreya Bakur û Çînê bi erênî pêşwazî dikin
Serokê Koreya Bakur Kîm di yekem serdana derve de bi serokê Çînê Şî re civiya
Li Koreya Başûr Keştiya rêwiya qeza kir 192 rêwî de xetereyê de ne
Etîketan:
hevdîtin, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de