07:38 27 Nîsan 2018
    DYA-Leşker Sûriye

    WSJ: DYA, piştî vekşîna ji Sûriyeyê, avakirina hêzek leşkerî ya ji Ereban plan dike

    © Sputnik / AHMAD AL-RUBAYE
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ragihand ku DYA bi mebesta li herema Bakurê Sûriyeyê îsqrarê pêk bîne, piştî vekşîna leşkerên xwe ya ji Sûriyeyê û têkbirina DAIŞê, plan dike ku li Bakurê Sûriyeyê hêzek leşkerî ya ji Ereban ava bike.

    Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) agahiyên nûçeya xwe ku spart rayedarên amerîkî, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê DYAyê John Bolton bi Cîgirê Dîrektorê Misirê yê îstîxbaratê Abbas Kamil re hevdîtinek pên aniye. Di hevdîtinê de Bolton îhtîmala avakirina hêzek ji Ereban ya dewleta Misirê bi Abbas Kamil re nirxandiye. Rojnameyê ragihand ku DYA bi mebesta li herema Bakurê Sûriyeyê îsqrarê pêk bîne, dixwaze hêzek leşkerî ku ji dewletên Ereban pêk were ava bike.

    Rayedaran eşkere kirin ku rêvebiriya Amerîkayê xwe amade dike ku di çarçoveya sazkirina ji nûve ya Bakurê Sûriyeyê de ji Erebistana Siûdî, Qatar û dewletên din yên Ereban alîkariya fînansê û leşkeran bixwaze. Hin rayedarên amerîkî jî bilêv kirin ku têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê ne pêvajoyek hêsan e û li pêşiya sazkirina hêzek leşkerî ya ji Ereban jî hin astengî hene.

    Bi heman mijarî:

    Serokê dewletê: Eger teslîm nebe dê were kuştin
    ‘Dibe ku îstîxbarat rojekê Gulen çavbandkirî bîne Tirkiyeyê'
    Ji ber gotina 'bila zarok nemrin' bi pitika xwe ya 6 mehî ve wê bikeve girtîgehê
    Tîmê suîqestê hat desteserkirin
    Piştî şer hefteyê zêdetirî 110 cesed tê definkirin
    'Dê gelek kes ji AKPê veqetin'
    Etîketan:
    îstîqrar, şer, Sûriye, leşker, Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de