03:16 23 Nîsan 2018
    Donald Trump

    Trump biryar da ku mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê taloq bike

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê taloq bike.

    Çavkaniyekî ji rêveberiya Amerîkayê ji bo rojnameya Washington Postê diyar kir ku biryara mueyîdeyan niha hatiye rawestandin.

    Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders jî di civîna xwe ya çapemeniyê de daxuyandibû ku ji bo mueyîdeyan hêj biryar nehatiye dayîn.

    Cara pêşiyê Nûnera Daîmiya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley daxuyandibû ku bi hinceta ‘piştgiriya ji bo Sûriyeyê' dê li hemberî Rûsyayê mueyîdeyên nû werin sepandin. Haley di axaftina xwe de gotibû, Washington dê mueyîdeyên nû li hemberî Rûsyayê pêk bîne û çarçoveya mueyîdeyan dê roja duşemê (îro) were eşkerekirin.

    Haley îdia kiribû hikûmeta Sûriyeyê bikaranîna çekên kîmyewî normalîze dike û Rûsya jî ser vê dinixumîne. Ji aliyê din ve li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê hîn delîl nehatine dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ê mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê pêk bînin
    Medvedev: Ji bo şirketên ku ji mueyîdeyên Amerîkayê bandorgirtî dê dewlet alîkariyan bike
    Medvedev ferman da hikûmetê ku ji bo mueyîdeyên Amerîkayê bersivên bergirîdanê amade bikin
    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê li dijî hiqûqa Anglosaksonê ne jî
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de