21:59 19 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump: Hemû moşekên ku me li Sûriyê bikaranîn gihiştine armancên xwe

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump amajê pê kir ku hemû moşekên ku di êrişa li dijî Sûriyê ya ku pêşengiya wê Amerîka dikir gihiştine armanca xwe û yek ji wan nehatiye têkşikandin.

    Trump li Florîdayê di civîna çaksaziya bacê de axivî. Trump li wir "me zêdetirî sedî moşek avêtin û wan yeka bi tenê jî têkneşikandin."

    Trump daxuyaniyên rayedarên sûriyeyî û rûsî jî nirxand. Trump anî ziman ku rayedarekî leşkerî yê amerîkî ji wî re gotiye, "hemû moşek gihiştine armancên xwe."

    Demek berê Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar dabû zanîn deverên ku Amerîkayê li Sûriyê kirine armanc ne bin erd bûn an jî ne baregehên ku bi pergalên parastinê dihatine parastin bûn, "Ji 103 moşekên ku bo Sûriyê hatine avêtin 71 ji wan ji aliyê pergalên parastinê ve hatine jinavbirin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump bi daxwaz bû êrîşî Rûsya û Îranê jî bike, lê Mattis nehişt'
    Dîrektorê FBIyê: Trump pir derewan dike û nikare serokatiyê bike
    Keşeyê ku Trump daxwaza berdana wî dikir îro derdikeve pêşberî dadger
    Trump: Operasyona Sûriyê bi awayekê serkeftî hat kirin
    Netanyahu: Di mesela Sûriyê de em bi Trump re ne
    Dîrektorê berê yê FBIyê: Trump derewîn e û dişibe mafyayê
    Etîketan:
    Daxuyanî, Moşek, Êrişa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de