20:24 23 Nîsan 2018
    Sarah Sanders

    Qesra Spî: Em ê di demeke kurt de biryara mueyideyên nû li ser Rûsyayê bidin

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ajansa Reutersê ragihand ku birêveberiya Qesra Spî difikire mueyideyên din li ser Rûsyayê bisepîne û dê di demeke kurt de biryara vê bide.

    Qesra Spî diyar kir ku piştî îdiayên êrîşa çekên kîmyewî li Sûriyeyê difikire ku mueyideyên din deyne ser Rûsyayê lê hîn biryara xwe nedaye."

    Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê di daxuyaniya xwe de got, "em difikirin hinek mueyideyên din deynin ser Rûsyayê û biryar dê di demeke kurt de were dayîn."

    Piştî îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê êrîşek li dijî Sûriyeyê pêk anîbû. Ji aliyê din ve jî hîn ti delîl derbarê îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî jî nehatine peydakirin.

    Rûsyayê teqez kiribû ku îdîayên êrîşa kîmyewî hewla provokasyoneke nû ye ji bo ku êrîşî Sûriyeyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Alarma şaş a sîrenê bû sedema panîka şerê bi Rûsyayê re
    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londrayê ji wezîrê Brîtanyayê daxwaza hevdîtinê kir
    Rûsyayê wêneyên ku êrîşên hevpeymanê yên li Reqqayê îspat dikin, weşandin
    Li Rûsyayê trênek li mînîbusekê qelibî: Mirî û birîndar hene
    Lavrov: Artêşa Rûsyayê ji bo provokasyona êrişa kîmyewî hişyarî kiribû
    NATO: Divê em hewldana xwe yên ji bo kontrolkirina Rûsyayê zêdetir bikin
    Koşka Spî: Rûsyayê xiyanet li berpirsiyariya xwe ya bo çekên kîmyewî kir
    Peskov ji bo mueyideyan: Li Rûsyayê ti tişt di bin fişaran de nayê kirin
    Etîketan:
    Sarah Sanders, Amerîka, Fransa, Brîtanya, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de