20:15 23 Nîsan 2018
    Donald Trump - Vladimir Pûtîn

    Di peywendiyên Amerîka û Rûsyayê bandora şêwirmendan li Trumpî

    © Sputnik / Mikhail Klimentyev
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Washington Postê (WP) ragihand ku di peywendiyên Amerîka û Rûsyayê de bandora şêwirmendan li Trump bûye. Trump gelek caran dikeve dafika şêwirmendên xwe û herî di dawî di encamdana şaşfamkirinekê de 60 dîplomatên rûsî dersînorkirin. Lewra ji Trump were ku Fransa û Almanya jî dê ewqas dîplomatan dersînor bikin.

    Hat îdiakirin ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ê ku ligel peyamên erênî bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hatibû bijartin piştî rênîşandêriya hindek kesên di rêveberiyê û şêwirmendiyê bi Rûsyayê re kete nava îxtilafan.

    ‘TRUMP BAWER NE DIKIR KU DI MIJARA BIJEHRÎKIRINA SKRÎPALAN DE DESTWERDANA RÛSYAYÊ HEYE'

    WPyê bi navê ‘Trumpê bazê bêdil di mijarê Rûsyayê de şerê bi şêwirmendên xwe re wenda kir' nivîsek belav kir, di wê nivîsê de tê diyarkirin ku ewil Trump bawer nedikir ku di mijara bijehrîkirina Skrîpalan de destwerdana Rûsyayê heye lê şêwirmendan bi serê wî xistin ku eger ew bi hevpeymanên xwe yên ewropî re di heman xetê de ne sekine dê medya wî gelek rexne bike û wî têxe tengasiyê.

    ‘DÎPLOMATAN SERÎ TRUMP TEVLIHEV KIR Û WÎ JÎ 60 DÎOLOMATÊN RÛSÎ DEPORT KIRIN'

    Di nûçeyê de tê diyarkirin ku ji ber ku serê Trump tevlihev bûye 60 dîplomatên rûsî dersînor kirine. Şêwirmendê Trumpî jê re gotin ku "dê welatên ewropayê jî kêm-zêde wekî hejmara me dîplomatan deport bikin."

    ‘TRUMP DIXWEST PÛTÎN MIJARÊN NAVDEWLETÎ ÇARESER BIKE'

    "Serok (ê Amerîkayê Trump) dixwest bi Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn re peywendiyên baş deyne û mijarên navdewletî ên weke Ukrayna, Sûriyê û Koreya Bakur ligel hev çareser bike."

    ‘TRUMP LI HEMBERÎ DIJBERIYÊ LI BER XWE DA JI BER HILBIJARTINAN PÛTÎN PÎROZ KIR'

    Trump ligel dijberiya şêwirmendên xwe li ber dijberiya Rûsyayê li ber xwe da û ji Pûtîn re jest kir. Tevî ku bûyera Skrîpalan tîma ewlehiya netewî ne rahet dikir jî Trump piştî ku Pûtîn di hilbijartinan de bi ser ket û cardin bû Serokê Rûsyayê telefonî wî kir û ew pîroz

    Bi heman mijarî:

    Ji Koşka Spî derbarê hevdîtina Pûtîn û Trump de daxuyanî
    Rûsya: Trump daxwaz kir ku bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne
    Peskov: Pûtîn û Trump herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin
    Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
    ‘Pûtîn û Trump ji bo amadekariya hevdîtina di navbera xwe de li hev kirin'
    Kremlîn: Pûtîn û Trump bi rêya telefonê axivîn
    Pûtîn û Trump axivîn: Mijar Filîstîn û Îsraîl bû
    Pûtîn ji ber parvekirina îstîxbaratê spasiya Trump kir
    Qesra Spî: Trump û Pûtîn di mijara giringiya Cenevreyê de mitabiq man
    Etîketan:
    Mijarên Navdeewletî, Bûyera Skrîpalan, Bandora Şêwirmendan li Trump, Peywendiyên Rûsya û Amerîkayê, Peywendî, Dîplomat, Dersînorkirin, Trump, Pûtîn, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de