08:47 23 Nîsan 2018
    Donald Trump - James Mattis

    ‘Trump bi daxwaz bû êrîşî Rûsya û Îranê jî bike, lê Mattis nehişt'

    © REUTERS / Mike Segar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di 11 Nîsanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê, "Amade be Rûsya, moşek tên" parve kiribû û bi daxwaz bû ku Rûsya û Îranê jî di êrîşa dijî Sûriyeyê de hedef bigre, lê Wezîrê Berevaniyê Jim Mattis li dijî vê daxwaza Trump derketiye.

    Karikatur
    © Sputnik / Vitaliy Podvitski
    Rojnameya Wall Street Journal (WSJ), bi sernava "Trump li dijî helwesta Pentagonê serî tewand" nûçeyek weşand. Li gor nûçeya rojnameyê di civîna Konseya Ewlehiya Netewî de Trump gellek bijarteyên êrîşê nirxandine lê Mattis Trump ji vê daxwazê paş de vegerandiye. Li gor daxuyaniyên çavkaniyan ên ku ji pêvajoya biryarstendinê haydar bûn bilêv kirin ku Mattis 3 bijarteyên êrîşê pêşkeşî Qesra Spî kirine. ​Bijarteya ewil li dijî hunera çekên kîmyewî ya Sûriyeyê, ya dudyan li dijî lêkolîn û pêşdebirina têsîsên çekên kîmyewî û navenda kontrolkirina leşkerî bûn.

    Ya sisyan jî Artêşa Sûriyeyê jî di nav de êrîşek li dijî pergala parastina hewayî ya Rûsyayê û hin têsîsên Îranê bû. Beriya niha Bolton bi daxwaza ku binesaziya Sûriyeyê hilweşîne êrîşek berfireh daxwaz kiribû lê bi redkirina Mattis ve bibû sedema nîqaşê û di medyayê de jî cih girtibû. Li gor çavkaniya ku ji WSJê re axivî Trump bijarteya sêyem ji bo êrîşa dijî Sûriyeyê daxwaz kiriye lê serokê Amerîkayê ji aliyê Mattis ve hatiye qanîkirin û paş de gav avêtiye.

    Bi heman mijarî:

    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
    ‘Esad ne reviyaye Îranê û li Sûriyeyê xebatên xwe didomîne'
    Ryabkov: Dubarekirina êrîşan li ser Sûriyeyê dê bibe sedema bertekên tund
    Erebistana Siûdî navê Qeterê jî 'guherand'
    Etîketan:
    moşek tên, Sûriye, Şer, moşek, Rûsya, Îran, Wall Street Journal (WSJ), Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de