21:25 24 Nîsan 2018
    Donald Trump û James Comey

    Dîrektorê FBIyê: Trump pir derewan dike û nikare serokatiyê bike

    © AP Photo / Evan Vucci, Andrew Harnik
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê FBIyê yê berê James Comey di axaftina xwe de rexneyên tund li Trump girtin û ragihand ku ji hêla exlaqî ve ne pêkane ku Trump bibe Serokê Amerîkayê.

    Dîrektorê FBIyê yê berê James Comey piştî ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve ji kar hat dûrxistin derket bernameya George Stephanopoulos a televîzyona ABC Newsê û rexneyên tund li Trump kirin. Comey di hevpeyvîna xwe de got: "Ji hêla exlaqî ve ne pêkane ku Trump bibe Serokê Amerîkayê. Trump her kesê derdora xwe pîs dike û tim derewan dike."

    ​James Comey di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Divê ew Trump nebe Serokê Amerîkayê. Wek perçeyekî goşt li jinan temaşe dike û biçûk mezin derheqê her tiştî de derewan dike û ji bo amerîkî jê bawer bikin jî îsrar dike. Nirx girîng in. Lê Trump temsîliya nirxê welat nake. Trump j imin daxwaza sedaqatê kir."

    ​Donald Trump jî di hisabê xwe yê medya yê Twitterê de bersiva Comey dabû û gotibû: "Min ti carî ji Comey daxwaza sedaqetê nekir û ez vî mirovî hindik nas dikim. Ev jî derewekî wek yên din e."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike
    Qesra Spî Macron derewand: Mîsyona Amerîka li Sûriyeyê neguheriye
    Amerîka: Em ê mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê pêk bînin
    Amerîka: Em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişînin
    Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê Sûriyê de pêşnûmayeke din li KENYyê kirin
    Nebenzya: Tevgerên Amerîka yên li Sûriyê di têkiliyên navneteweyî de 'serserîtî' ye
    Amerîka, Fransa û Brîtanya dest bi êrişa li dijê Sûriyê kirin
    Etîketan:
    FBI, Serokê Amerîkayê, Donald Trump û James Comey, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de