19:10 25 Nîsan 2018
    Dîmenên êrîşên moşekan ên li hemberî Sûriyeyê

    Li Amerîkayê dîmenên li ser encamên êrîşên li hemberî Sûriyeyê hatin weşandin

    © REUTERS / ABD Donanması
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şîrketa Digital Global a amerîkayî, ku dîmenên feza û peykan serwîs dike, dîmenên peykê yên ku wekî encamên êrîşên hewayî yên Amerîka, Brîtanya û Fransayê yên li hemberî Sûriyeyê weşandin.

    Digital Globe li ser Twitterê 2 dîmenên cuda weşandin. Di yekê de tê dîtin ku 3 avahiyên mezin û riyeke otobanê tê dîtin û di dîmena duyem de jî 3 avahiyên mezin xera bûne û tê dîtin ku hinek avahiyên biçûk û riya otobanê xisar dîtine.

    Dîmenên şîrketê pêşkeşî rojnameya Washington Postê kir û rojnameyê di malpera xwe de li ser wêneyên peykê got, "Baregeha çekên kîmyewî yên Şînşara nêzikî Humûsê cih digire."

    Hat destnîşankirin ku dîmena pêşiyê rojekê beriya êrîşê ye, ya duyem jî roja êrîşê ye.


    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê derbarê êrişa li dijî Sûriyeyê hin welatan haydar kir
    Wezîrê berê: Tirkiye Îran, Iraq û kurd bi êrişa li dijî Sûriyeyê re eleqedar dibin
    KENY, biryarnameya Rûsyayê ya di derbarê şermezarkirina êrîşa li ser Sûriyeyê qebûl nekir
    Pentagon: Bi serkeftî me li hedefên Sûriyeyê dan
    Etîketan:
    Digital Global, Sûriyeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de