18:26 19 Nîsan 2018
    Nûnera Amerîkayê ya Daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley

    Amerîka: Em ê mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê pêk bînin

    © AFP 2018 / Jewel SAMAD
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnera Berdewamî ya Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley daxuyand ku ew ê ji ber 'piştgiriya daye Sûriyeyê' mueyîdeyên nû li dijî Rûsyayê pêk bînin.

    Haley di daxuyaniya xwe ya ji bo CBSê de got, Washinton dê li hemberî Moskowê mueyîdeyên nû pêk bînin û çarçoveya van mueyîdeyan dê sibehê (roja duşemê) were eşkerekirin.

    Haley îdia kir ku hikûmeta Sûriyeyê bikaranîna çekên kîmyewî normalîze dike û Rûsya jî ser vê dinixumîne.

    Sûriyeyê di sala 2013an de hemû stokên xwe yên çekên kîmyewî îmha kiribû. Ev ji aliyê çavdêrên navdewletî ve jî hatibû pejirandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê Sûriyê de pêşnûmayeke din li KENYyê kirin
    Nebenzya: Tevgerên Amerîka yên li Sûriyê di têkiliyên navneteweyî de 'serserîtî' ye
    Merkel: Em piştgiriyê didin êrîşên Amerîka, Brîtanya û Fransayê
    Putin: Amerîka terorîstan paşçav dike
    Etîketan:
    mueyîde, Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Nikki Haley, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de