22:21 19 Nîsan 2018
    YPG - HSD - Çekên Amerîkî Li Sûriyê

    Amerîka: Em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişînin

    © AP Photo / APTV
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley got ku “heta ku Amerîka armancên xwe yên li Sûriyê pêk neyîne ji Sûriyê leşkerên xwe venakişîne.”

    Piştî êrîşa ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Brîtanya ve li dijê Sûriyê hat kirin, dihat meraqkirin ku gelo biryara Amerîkayê ya di derbarê derketina ji Sûriyê çi be. Lewra Trump beriya çendek gotibû ‘em ê di nêz de ji Sûriyê vekişin'.

    Nûnera amerîkî Nikki Haley îro ragihand ku "Amerîka li Sûriyê heta ku negihêje armancên xwe ji Sûriyê venakişe." Herwiha Haley destnîşan kir ku, têkiliyên bi Rûsyayê re vê gavê gelek givaşt tehmsar e lê Amerîka ji bo têkiliyên baştir hê jî bi hêvî ye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbarê Sûriyê de pêşnûmayeke din li KENYyê kirin
    Putin: Amerîka terorîstan paşçav dike
    Nebenzya: Tevgerên Amerîka yên li Sûriyê di têkiliyên navneteweyî de 'serserîtî' ye
    Etîketan:
    amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de