01:28 24 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump: Operasyona Sûriyê bi awayekê serkeftî hat kirin

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di derbarê operasyona li ser Sûriyê twîteke nû parve kir: Operasyona li ser Sûriyê hat kirin bi awayek serkeftî bi dawî bû.

    Trump di tiwîta xwe de wiha got: Operasyona Sûriyê gelek serkeftî û gelek bi îsabet pêk hat, sedema medyaya derewkar ku heriyê davêjin min îfadeya min a ‘wezîfe bi dawî bû' (Mission Accomplished) bû. Min dizanîbû ku wê rexneya bikin, lê belê gotineke leşkerî ye û pir xweş e, divê bêhtir bê bikaranîn.

    Donald Trump piştê operasyona ku li dijê Sûriyê hatibû kirin, li ser tiwîtirê îfadeya ‘wezîfe bi dawî bû' (Mission Accomplished) bi kar anî bû. Çapemeniya Amerîkayê vê îfadeyê gelek rexne kiribû. Ev îfadeya leşkerî herî dawiyê di operasyona Iraqê de ji aliyê Bush ve hatibû bikaranîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Di mesela Sûriyê de em bi Trump re ne
    Trump: Amade be Rûsya, moşek dê werin
    Etîketan:
    aMERÎKA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de