18:41 20 Gulan 2018
    Pentagon

    Pentagon: Bi serkeftî me li hedefên Sûriyeyê dan

    © AFP 2018 /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji Wezareta Berevaniya (Pentagon) DYAyê piştî êrîşa nêzî bi 100 moşekan ya dijî hedefên hikumeta Sûriyeyê daxuyaniyek nû hat. Pentagon, "Hemû hedef bi serkeftî hatin hilweşandin."

    Berdevka Pentagonê Dana White ji rojnemavenan re daxuyand ku bi operasyona hevkariya DYA-Fransa û Brîtanyayê ve hemû hedefên hikumeta Sûriyeyê bi serkeftî hatin hilweşandin. White "Li Sûriyeyê em li pirsgirêkan nagerin û em destûrê jî nadin binpekirina hiqûqa navdewletî. Me serkeftî li hemû hedefan dan, êrîş meşru ye, yasayî ye û bi pîvan e."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bernameya çekên kîmyewî ya Hikumeta Esad zirarek mezin dît." White da zanîn ku êrîşa DYAyê nayê ser wateya guherîna rejîma Sûriyeyê an jî guherîna politikaya DYAyê ya dijî Sûriyeyê. White eşkere kir em bangî Esad dikin ku soza xwe ya teslîmkirina hemû çekên kîmyewî yên di dest de, bi cih bîne.

    Ji aliyê din ve Berdevkê Artêşa DYAyê Kenneth McKenzie jî di heman civînê de bilêv kir ku ti moşekên ku hatin pekandin ji aliyê pergala parastina Sûriyeyê ve nehatine astengkirin.

    Etîketan:
    sûriye, şer, çek, bernameya çekên kîmyewî, Pentagon, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de