07:00 18 Hezîran 2018
Donald Trump

Ji Trump daxuyaniya Sûriyeyê: Wezîfe qediya

© Sputnik / Evan Vucci
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Amerîkayê (DYA) Donald Trump derbarê êrîşa bi hevkariya Fransa û Brîtanyayê meşand de li ser Twitterê daxuyaniyek da. Trump, "Wezîfe qediya."

Trump piştî êrîşa bi sedan moşekan ya dijî Sûriyeyê daxuyaniya ewil da. Serokê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê go, "Şeva çû me êrîşek serkeftî li dar xist. Ez ji dewletên Fransa û Brîtanyayê re ji ber hêz û zanebûna wan spas dikim. Edî wezîfe qediya."

​Wezîrê Berevaniya DYAyê Mattis jî da zanîn ku êrîşa dijî Sûriyeyê bo carekê bû, di rojeva me de ti êrîşên plankirî tunene. Herwiha serokê DYAyê yê heyama sala 2003an George W. Bush jîqedandina operasyonên dijî Iraqê bi nivîsa ‘Wezîfe Qediya' bi cîhanê re parve kiribû.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de