06:10 20 Nîsan 2018
    Melania Trump-Donald Trump

    'Trumpî îdîaya kaseta mîstinê ya bi laşfiroşan re ji xwe re kiribû derd'

    © REUTERS / Axel Schmidt
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku di siyaseta Amerîkayê de ji gelek hêlan ve tê tengijandin û behsa êrîşkirina li ser Sûriyeyê dike wek ku dê şerê Rûsyayê bike, derbeyek ji dîrektorê berê yê FBIyê James Comey xwar. Comey pirtûkek ji 304 rûpelan pêk tê derbarê Trumpî de nivîsî.

    Pirtûka ku tê plankirin sêşema were bê weşandin û hinek beşên wê di rojnameya Washington Postê de hatibûn weşandin ket rojeva Amerîkayê.

    Beşê herî zêde bala raya giştî ya amerîkî ji pirtûka Comey yê di dema lêpirsîna îdîayên ku tîma Trumpî rêkeftineke nepen li gel Rûsyayê kiriye û Rûsyayê destwerdana di hilbijartinan de kiriye de ji ber nakokiyên xwe yên li gel Trumpî hatibû qewirandin kişand, ew beş bû yê ku behsa "kaseta mîsitinê" dike.

    Dîrektorê FBIyê di pirtûka xwe de îdîa dike ku Trumpî lêpirsîn û redkirina îdîayên "banyoya mîzê" ya ku wî bi karkerên seksê dikir ji xwe re kiribû derd û sedema wê jî ew bû ku dixwest bikare careke din baweriya hevsera xwe Melaniyayê vegerîne.

    CIHÊ BÛYERÊ: OTELA RITZ CARLTONÊ YA LI MOSKOWÊ YE

    Helbet mijar dîsa têkilîdarî lêpirsîna Rûsyayê ye. 29ê Rêbendana sala 2017an anku berî Trump bibe serok bi hefteyekê, ew îdîa ketin medyayaê de ku kasetên seksê yên Trumpî di destê Rûsyayê de hene û Moskow bi wan şantajê li Trumpî dike. Li gorî îdîayan, Trump sala 2013an ji bo Pêşbirka Bedewa Cîhanê ya sala 2013an de serdana Moskowê kiribû û li otela Ritz Carltonê mabû ku li wir ne tenê bi karkerên seksê re mabû lê ji wan daxwaz kiribû ku li textê odeya serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama û hevsera wî Michelleê bimîzin.

    "TENÊ KASETA MÎSTIN JI DOSYAYA STEELEÎ KIR DERD"

    Ev îdîa ji dosyaya Steeleî tên ku di lêpirsîna Rûsyayê de bûye bingeh. Îca em werin ser ser wê mijarê bê ajanê brîtanî yên berê Christopher Steele çawa ev dosya amade kiriye; derket holê ku di hilbijartina Trumpî ya serokatiyê de, reqîba wî ya Partiya Demokrat Hillary Clinton fînanse kiriye.  Bi ser halan de jî li gel ku ev çend meh in, lêpirsîn dewam jî dike, ti tişt nehat îsbatkirin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Carlos Barria
    Li gorî Comeyî, tekane derdê Trumpî yê di vê dosyayê de, 'kaseta mîstinê' bû. Comey cara pêşî berî ku Trump bibe serok di brîfînga îstîxbaratê de nasîbû û agahî derbarê dpsyaya Steeleî de dabûnê. Comey dibêje ku Trump tenê li ser yek hûrgiliyê disekinî: Îdîaya ku 'wî ji yek ji wan karkerên seksê yên ku banyoya mîzê bı wan dikir, xwestiye ku li textê odeya Obama lê maye bimîze."

    "PÊWÎSTIYA MIN BI LAŞFIROŞAN HEYE"

    Trumpî bi awayekî teqez ev îdîa red kiribûn û gotibû, "ez dişibim kesekî wiha ku pêwîstiya wî bi xizmeta laşfiroşan heye. Wî ew mijar vekir a ku çend jinan ew bi êrîşên cinsî tawanbar kiribû û wisa diyar bû ku baş  tê bîra wî. Axiftin ber bi felaketekê ve diçû heta ku Comey bi gotinekê ew xelas kir: "Birêz, em we venakolin."

    Li gel ku wisa xuya bû wek ku Trump bi vê gotinê haş bû jî lê di sê civînên pişt wê de jî ev mijar vekir. Mînak, Trumpî 11ê Rêbendanê telefon ji Trumpî re vekir û ne pêkan e ku tawanbarkirin rast bin ji ber ew nexweşê paqijê ye û qet ne pêkan e ku destûrê bide mirovên derdora xwe ku li ser hev an jî li wê derê bimîzin.

    Herwiha Trumpî First Lady Melenia jî tev li mijarê kir û diyar kir, eger bi qasî 1% ihtimal hebe ku Melenia ji van îdîayan bawer bike, ew îhtimal dê wî aciz bike û xwest ku lêpirsînek pêk were.

    27ê Rêbendanê rageşî gelekî zêde bû ku Trumpî di xwarinê de careke din 'banyoya mîzê' anî rojevê û xwest ku vekolînek were kirin da ku!îsbat bikin ku derew e."

    "HEVSERA MIN A CIWAN ACIZ DIKE"

    Comey derbarê telefona 30ê Adarê de jî Comey wiha nivîsî: Cara 4an dîsa got ku ew îdîa ne rast e û got, ' min bi q…kan re xeyal dikî'. Ji bo sempatiya min bi dest bixew, got ku ev mesele janê dide hevsera min xweşik. Dîsa xwest ku ' siya li ser were rakirin."

    "WEK SEROKÊ MAFYAYÊ YE"

    Dîrektorê FBIyê di cwarina 27ê Rêbendanê de daxwaza Trumpî ya dilsoziya şexsî red kiribû û Trump wek "serokekî mafyayê bi nav kir ku doza dilsoziyeke mutleq dike.

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
    'Îdiayên ku Esad û malbata xwe ji Sûriyeyê reviyane nerast in'
    ‘Artêşa Sûriyeyê ketiye amadebaşiyê’
    Macron: Di çend rojên pêş de em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin
    Nebenzya: Tehdîdên Amerîka yê li hemberî Sûriyeyê divê her kesî metirsîdar bike
    Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê
    Bi îhtîmala êrîşa dijî Sûriyeyê rêhewayên ewropayê hatin hişyarkirin
    Etîketan:
    Melania Trump, James Comey, Donald Trump, Amerîka, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de