00:55 21 Nîsan 2018
    Mike Pompeo

    Pirsa Tirkiye, Rûsya û Îranê ji dîrektorê CIAyê hat kirin

    © AP Photo / Manuel Balce Ceneta
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê CIAyê û namzetê wezîrîtiya derve ya Amerîkayê Mike Pompeoyî duh derbarê civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Îran Hesen Rûhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî de axift û got, "hersê serok ji bo Sûriyeyê par bikin li wê derê bûn.

    Dîrektorê CIAyê Mike Pompeoyê ku namzetê wezîrîtiya derve ya Amerîkayê duh di daniştina Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê de axift û Sûriye wek "dewleta têkçûyî" bi nav kir.

    Pompeoyî got, "dewleta têkçûyî ya Sûriyeyê, her ku diçe tehdîdeke zêde li mafên mirovan, ewlekariya neteweyî û îstîqrara herêmî re nîşan dide û bersiveke tund heq dike."

    "POLÎTÎKAYA BIPAŞDEDEHFANDINÊ Û RAWESTANDINÊ"

    Nameztê wezîrîtiya derve ya Amerîkayê daxwaz kir ku mueyideyên li ser Rûsyayê werin girantirkirin û wiha got:

    "Eger erkdarkirina min wek wezîrê derve were pesendkirin, ez misogeriyê didim we, wek 15 mehên borî, ev birêveberî ji bo bipaşdedehfandina Rûsyayê û jinûvedestpêkirina têkiliyên rawestinîr li himberî Rûsyayê, dê li ser bizavên rast berdewam be."

    "TIRKIYE ÊRÎŞÎ KURDÊN KU ME BI WAN RE DAIŞ TÊK BIR DIKE"

    Herwiha di endamê demokrat ê komîteyê Bob Menedez lûtkeya Enqereyê ya derbarê Sûriyeyê de ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Îran Hesen Rûhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî û ew wêneyê ku ji wan re hatiye girtin, ji Pompeoyî pirsî.

    Menendezî ew wêne nîşan da û ji bi Tirkiyeyê got, "welatê ku hevalbendê me yê NATOyê ye, S-400ê ji Rûsyayê dikire, êrîşî wan kurdên ku me bi wan re DAIŞ têk bir dike…Amerîka di vî wêneyî de li kû ye?"

    POMPEO: JI BO SÛRIYEYÊ LI HEV PAR BIKIN LI WIR IN

    Pompeoyî ev bersiv da: Ew(Erdogan, Pûtîn û Rûhanî) ji bo Sûriyeyê par bikin, li wê derê bûn…Jixwe ew rewşa ku têra xwe aloz e, piştî ku Tirkiye ket Efrînê, dareke din di çerxê de hat rakirin."

    Di berdewamiyê de, namzetê wezîritiya derve ya Amerîkayê wiha got, "ev dikarin bibin beşek ji van civînan."

    Bi heman mijarî:

    'Îdiayên ku Esad û malbata xwe ji Sûriyeyê reviyane nerast in'
    Trumpî serdana xwe ya Amerîkaya Latînî ji bo Sûriyeyê betal kir
    Îranê Îsraîl hişyar kir: Êrîşa ser baregeha li Sûriyeyê wê bê bersiv nemîne
    Macron: Di çend rojên pêş de em ê biryara xwe ya Sûriyeyê bidin
    Nebenzya: Tehdîdên Amerîka yê li hemberî Sûriyeyê divê her kesî metirsîdar bike
    Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê
    Etîketan:
    Mike Pompeo, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de