17:41 20 Nîsan 2018
    Binyada leşkerî ya Incirlik

    Rubin: Tirkiye êdî dijmin e divê em bi temamî ji Încirlikê derkevin

    © AP Photo /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Rayedarê Pentagonê Michael Rubin bi sernava “Amerîka û Tirkiye ihtimal heye ku li hember hev bikevin şer” makaleyekê nivîsî. Rubin destnişan dike ku Tirkiye êdî ne dostê Amerîkayê ye.

    Michael Rubin di rojnameya Washington Examinerê de di derbarê peywendiyên Amerîka û Tirkiyê de makaleyekê nivîsî. Rubîn di nivîsa xwe de bi awayek eşkere dibêje ku "êdî Tirkiyê û Amerîka dost û muttefik nînin, herdiçin dibin neyar." Rûbîn destnîşan kirîye ku ihtimal heye di navebra Trikiye û Amerîkayê de şer derkeve, ji ber vê jî lazim e ku Amerîka bi tevahî ji baregeha leşkerî ya Încirlikê derkeve.

    ‘RUBÎN, ERDOGAN Û SEDDAM ŞIBAND HEV'
    Michael Rubin di dewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje: Wextekê Washington lê dixebitî ku bi rêyên dîplomatîk cezayê bide Seddam Huseyn lê du heyv şûnde Seddam êrişê welatên kendavê kirin û li ser vê Amerîka jî êrişê Seddam kir. Kesî texmîn nedikir ku Amerîka êrişê Seddam bike lê belê ev tişt bû.
    Rubin anî ziman ku "dixuye ku êdî bi Erdogan re şirîktayî nayê kirin, ji ber vê yekê çawa ku wextekî Amerîkayê Lîbya û Mısır tecrîd kir, lazim e Erdogan bê tecrîdkirin."

    Bi heman mijarî:

    Rubin: "Wê sînorê Tirkiyeyê ji nêzîk ve biguhere"
    Amerîka wê li Koreya Bakur balyozxane veke gelo?
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka li Sûriyê moşekên Tomahawk Block IV bi kar bîne
    ‘Amerîka li Sûriyê ji Rûsyayê daxwaza kaputilasyonan dike’
    Etîketan:
    tirkiye, şer, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de