00:44 21 Nîsan 2018
    Alên Rûsya û Amerîkayê

    Pisporê amerîkî: DYA li Sûriyeyê nakeve nava çalakiyên ku bi Rûsyayê re were hemberî hev

    © AFP 2018 / Mladen ANTONOV
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Bernameya Ewlehiyê ya Navenda Lêkolînên Navdewletî li Washingtonê Seth Jones ragihand ku Amerîka li Sûriyê dê bi tevdîr tevbigere û ji bo ku bi Rûsyayê re nekeve nava çalakiyên leşkerî.

    Ev demek e gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Amade be Rûsya, moşek tên' têne nîqaşkirin. Derbarê mijarê de Şêwirmendê Bernameya Ewlehiyê ya Navenda Lêkolînên Navdewletî li Washingtonê Seth Jones axivî û diyar kir ku Amerîka di çalakiyên xwe yên leşkerî yên li Sûriyê dê bi baldarî tevbigere û nekeve nava şerekî rastrast bi Rûsyayê re:

    Jones "Lewra li Sûriyê gelek alî hene, ragêşî rîskeke mezin e. Rûsya û Îran li wir in û piştgiriya hikûmeta Sûriyê dikin. Urdin û Îsraîl jî li wir in. Bi taybetî li Girên Golanê. Erebistan Siûdî, Tirkiye û Îmretên Erebî jî welatên ku destê wan tê de heye. Rêveberiya amerîkî, serok jî tê de tu ke li Sûriyê şerekî bi Rûsyayê re naxwaze. Ji aliyê berjewendiyan de Sûriye ne welatekî sereke yê Amerîkayê ye."

    ‘HEMÛ SENARYOYÊN CUDA TÊNE GOTÛBÊJKIRIN'

    Demek berê berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sandersê jî derbirî ku li Sûriyê şerekî rasterast ê di navbera Amerîka û Rûsyayê de ne mehwzûbehs e.

    Jones ev gotin jî nirxand û anî ziman ku hemû senaryon têne gotûbêjkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Dixwazim bawer bikim ku Tirkiye rûn li agir nake
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka li Sûriyê moşekên Tomahawk Block IV bi kar bîne
    Pisporê rûsî: Helwesta li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    Etîketan:
    Destwerdana muhtemele a Sûriyê, Seth Johns, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de