07:03 18 Hezîran 2018
Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo

Dîrektorê CIAyê: Li hemberî Rûsyayê siyaseta nerm bi dawî bû

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat hîn bûn ku Dîrektorê CIAyê Mike Pmpeo di danişîna Senatoyê ya derbarê tayînkirina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê de dê bibêje, "Li hemberî Rûsyayê siyaseta nerm êdî bi dawî bû."

Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku li ser Twitterê got, "Amade be Rûsya, moşek tên", nîşaneya zêdekirina gengeşiyê ji Dîrektorê CIAyê Mike Pompeo hat.

Îfadeya Pompeoyê ku ji aliyê Trump ve wekî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hat tayînkirin, ku dê îro li Senatoyê bide, ket destê çapemeniyê.

‘LÎSTEYA ÇALAKIYÊN ME YÊN KU DÊ BERDÊLÊ BI PUTÎN BIDIN DAYÎN DIRÊJ E'

Li gorî vê yekê Pompeo dê bibêje, "Rûsya ev bi salan e bi saya siyaseta nerm bi awayekî êrîşkar tevdigere. Ev (siyaseta nerm) êdî bi dawî bû. Lîsteyeke dirêj ya çalakiyên rêveberiya Amerîkayê yên ku dê berdêlê bi Putin bidin dayîn heye."

Hat diyarkirin ku Pompeo wê bibêje Rûsya her çiqas li hemberî ewlehiya Amerîkayê metirsî be jî, divê peywendiyên dîplomatîk berdewma bikin û tê payîn ku bibêje, "Kesên min qet nas nakin, min wekî ‘alîgirê şer' pênase dikin. Kêm kes hene ku wekî me li hemberî şer matmayî bimînin. Şer her tim çareseriya talî ye."

Bi heman mijarî:

'Ti sedem tineye ku em pêwendiyên nerm ji Wezîrê Karê Derve ê DYA yê nû Pompeo hêvî bikin'
Serokê CIAyê Mike Pompeo Qasim Silêmanî hişyar kir
Dîrektorê CIAyê Pompeo: Rûsya dixwaze li Sûriyê zirarê bide Amerîkayê
Pompeo: Wikileaks servîseke dijmin a îstixbaratê ye
Yildirim û Pompeo: "Em ê hevkarî û îstîxbaratê zêde bikin"
Etîketan:
siyaseta nerm, Dîrektorê CIAyê, Mike Pompeo, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de