17:32 25 Gulan 2018
Serokê Amerîkayê Donald Trump

Trump: Min qet negot bê êrîşa Sûriyeyê dê kengî pêk were

© REUTERS / Jonathan Ernst
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trumpî îro jî tweet derbarê Sûriyeyê de nivîsîn û di wan de got, "min qet negot bê êrîşa Sûriyeyê dê kengî pêk were. Dibe di demeke gelekî nêzîkî de be yan jî qet ne nêzîkî be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser Twitterê wiha gotibû, "Rûsyayê soz daye ku çi moşekê bi ser Sûriyeyê de were avêtin bixin. Rûsya xwe amade bike, ji ber ew tên, xweşik, nû û 'jîr' in' Diviyabû tu nebûya hevparê wî hewyanê kujer ê bi gazê ku mirovên xwe dikuje û kêfê jê digire."

Îro jî li ser tweeta xwe wiha nivîsî, "Min qet negot bê kengî êrîşa Sûriyeyê dê pêk were. Dibe ku gelekî nêzîk be û dibe qet jî ne ewqasî nêzîk be. Bi her awayî Amerîka di bin birêveberiya min de karekî gelekî baş kir ji bo herêmê ji DAIŞê rizgar bike. Ka 'spas Amerîka'ya me li kû ye?"

Bi heman mijarî:

Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
Qesra Spî: Dersînorkirina dîplomatan bandorê li ihtimala civîna Trump û Pûtînî nake
‘Trump bi biryara vekişandina ji Sûriyeyê dixwaze çekan bifroşe welatên kendavê'
Trump alîkariya ku ji herêma Rojava re hatibû veqetandin rawestand
Etîketan:
DAIŞ, Donald Trump, Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de