07:40 27 Nîsan 2018
    Margaret Atwood

    Nivîskara navdar Atwood: El Qaîdeyê fikra êrîşên 11ê Îlonê ji Star Warsê girt

    © AFP 2018 / Michal Cizek
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskar Margaret Atwood, ku fikrên xwe yên derbarê bandora çanda populer a li ser jiyanê de parve dike, parast ku fikra êrîşên 11ê Îlonê yên El Qaîdeyê ji Hollywoodê hatiye girtin.

    Nivîskara romana ‘Handmaid's Tale'Margaret Atwood li ser fîlmê Hollywoodê yê bi navê Star Warsê nirxandineke balkêş kir.

    Nivîskara kanadayî ya 78 salî, di hevdîtina xwe ya ji bo Kovara Varietyê de behsa bandora çanda populer ya li ser jiyana rasteqîn kir û parast ku El Qaîdeyê fikra xwe ya êrîşên 11ê Îlonê ji fîlmê Stra Warsê girtiye.

    Nivîskar axaftina xwe wisa domand: "El Qaîdeyê fikra êrîşên 11ê Îlonê ji Star Warsê girt." Atwood sehneyeke ji fîlmê Star Warsê bi bîr xist û got, "Du kes bi balafirê di nav du tiştan re derbas dibin û wî tiştî diteqînin. Tenê cudahî ew e k udi Star Warsê de wan kesan rizgar dibin."

    El Qaîdeyê di 11ê Îlona 2001ê de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê li hemberî Qûleyên Cot êrîş pêk anîbûn û di encamê de nêzikî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka li hemberî TSKê piştgiriyê dide El Qaîdeyê'
    Amerîka, Tirkiyeyê bi piştgirîdayîna El Qaîdeyê tawanabar kir
    8 kes û komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ketin lîsteya toleyên NYyê
    Amerîkayê li Yemenê li El Qaîdeyê xist
    Li Yemenê emîrê El Qaîdeyê Ammar Kaid hat kuştin
    3 Fermandarên El Qaîdeyê hatin kuştin
    Etîketan:
    êrîşên 11ê Îlona 2001an, El Qaîdê, Nivîskara kanadayî, Margaret Atwood, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de