15:46 21 Gulan 2018
    Polis / Polîs

    DYA: Li Tirkiyeyê êdî hewcedariya bi OHALê nema ye

    © AFP 2018 / OZAN KÖSE
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Rayedarekî payebilind yê amerîkî daxuyand ku li Tirkiyeyê hewcedariya bi Rewşa Awarte OHALê nema ye, ji xeynî hemwelatiyên tirk karsazên ku navdewletî dixebitin jî ji vê rewşê bi fikarin. Ji ber rewşa awarte gellek fîrma veberhênên xwe radiwestînin.

    Li gor nûçeya Cumhuriyetê rayedarekî amerîkî li paytext Enqereya Tirkiyeyê bi rojnamevanan re axiviye û hin peyam dane: "Çend meh bêriya niha bû ya, min dikarîbû bigota pêwendiyên me nebaşin, lê niha ez baş difikirim, ez bawerim herdu serok bi daxwazin ku têkiliyan baş bikin." Rayedarê ku navê wî nehat eşkerekririn aniye ziman ku di mijara Sûriyeyê de em ê bi mutefîkên xwe yên tirk re bixebitin.

    ‘RÊVEBIRIYA TRUMP Û KONGRE JI DESTESERKIRINA HEMWELATIYÊN AMERÎKÎ BI FIKARIN'

    Rayderê amerîkî destnîşanî girtina Brunson û xebatkarên din yên amerîkî kir ku rêvebiriya serok Donald Trump û Kongre ji vê mijarê bi fikarin. Derbarê girtina hemwelatiyên me de ti delîl tunene, berdewamiya desteserkirina wan derhiqûqî ye û divê serbest bên berdan.

    ‘HEWCEDARIYA TIRKIYEYÊ BI OHALÊ NEMA YE'

    Ji aliyê din ve li ser Rewşa Awarte (OHAL) ya li Tirkiyeyê jî sekinî û got: "Piştî darbeyê tewdîrên bi saya OHALê hatine stendin em fêhm dikin, lê êdî li Tirkiyeyê hewcedariya bi OHALê nema ye, ji xeynî hemwelatiyên tirk karsazên ku navdewletî dixebitin jî ji vê rewşa awarte ya li Tirkiyeyê bi fikarin, hin bandorên neyinî yên OHALê êdî em dibinin. Rayedar herî dawî da zanîn ku Trump vekşîna ji Minbiçê bilêv kir lê ti carî tarîx neda û got ku ji bo Minbiçê ez bawerim planek din di rojevê de ye, lê niha nikarim hurgiliyên wê parve bikim. Ji bo çareserkirina mijaran divê mafê gotina niştecihên minbiçê kurd, ereb her kî be, hebe.

    Bi heman mijarî:

    Konseya Ewropayê: Em ji dirêjkirin û çarçoveya rewşa OHAL a li Tirkiyeyê nîgeran in
    HRW: Li Tirkiyeyê OHAL dibe sedema binpêkirinan
    Moody's ji bo OHAL û Referandumê hişyarî da Tirkiyeyê
    HRW: Divê OHAL bê rakirin û dawî li fişara ser Kurdan were
    Etîketan:
    karsaz, Darbe, Rewşa awarte, OHAL, Rayedarê amerîkî, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de