15:38 22 Nîsan 2018
    Qesra Spî

    Qesra Spî: Trump, berpirsê êrişa kîmyevî Rûsya û Sûriyê dibîne

    © Sputnik / Yuri Gripas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di daxuyaniya ku ji aliyê Qesra Spî ve hat dayîn de tê gotin ku “Serokê Amerîkayê Donald Trump berpirsê êrişa kîmyevî ya li Dûmayê hat kirin, Rûsya û Sûriyê dibîne.”

    Berdevka Qesrê Sarah Sanders di daxuyaniya di derbarê mijarê de got ku: Di mesela Sûriyê de hê biryara dawî nehatiye dayîn, hemû alternatîf vê gav li ber dest in.

    Sanders di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Washington di derbarê operasyoneke muhtemel ya li ser Sûriyê hê demek diyar nekiriye, herwiha serok Trump alternatîfên ji bilê moşekan jî di bin destê xwe amade kiriye.
    Sanders di derbarê îfadeya Rûsyayê ya ku "gotibû ‘îdiaya êrişa kîmyevî' ji aliyê mîxferspiyan ve hatiye çêkirin" got ku: Ev îfadeya Rûsyayê li agahiyên îstixbarî yên di destê me de hev nagirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ger Amerîka li Sûriyeyê êrîşê artêşa rûsî bike, em ê tavilê bersivê bidinê
    Nebenzya: Tehdîdên Amerîka yê li hemberî Sûriyeyê divê her kesî metirsîdar bike
    Amerîka balefira xwe ya bi navê ‘roja qiyametê’ bi hewa xist
    Hariri: Amerîka êrişê Sûriyê bike Lubnan wê dûr bisekine
    Etîketan:
    daxuyand, qesra spî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de