21:24 24 Nîsan 2018
    Amerîka

    ‘Pentagon di dema êrişeke muhtemel de ditirse ku Rûsya bersiv bide’

    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Los Angeles Times da zanîn ku “hin rayedarên leşkerî yên Amerîkayê di dema operasyonaê de bi fikar in ku Rûsya bersiv bide.”

    Li gorî nûçeya rojnamê, Pentagon di operasyona muhtemel ya li hember Sûriyê de bi fikar e ku hinek leşkerên Rûsyayê zerarê bibînin û Rûsya jî bi vê sedemê bersivê bide Amerîkayê. Hatiye îfadekirin ku Pentagon naxwaze ev tişt bibe.
    Di çarçoveya vê mijarê de şêwirmendê Pentagonê Derek Chollet di axafitna xwe ya bi rojnamê re de dest nîşan kiriye ku "yek ji wan armancên Amerîkayê ew e ku bingeha Artêşa Sûriyê lawaz bike, lê di vê esnayê de ji bo ku tu leşkerên Rûsyayê zerarê nebînin divê Rûsya beriyê de bê agahdar kirin."

    Chollet di dewamiya axaftina xwe de balê dikşîne ser ku: Amerîka difikire ku di êrişê de ji bilî moşekên menzîldirêj hêzên hewayî jî bikar bîne, eger di dema êrişê de leşkerên Rûsyayê zerarê bibînin, Moskowa wê balefirên leşkerî yên Amerîkayê û baregehên leşkerî bike hedef.

    Bi heman mijarî:

    Bi wesayîta bombebarkirî êriş kirin: 14 kuştî û 20 birîndar
    Amerîka: Ji xeyrî kê li Dumayê çi bikaranî divê em bizanibin kê ev êriş kir
    Di roja duyemîn a molaya mirovî de li Xûtaya Rojhilat milîtanan êriş kir
    Çekdaran bi çekên giran êriş kir: Piranî komando 17 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    bersiv, rûsya, êriş, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de