16:07 20 Hezîran 2018
Boeing E-4B landing at Offutt AFB, Nebraska.

Amerîka balefira xwe ya bi navê ‘roja qiyametê’ bi hewa xist

CC0
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Siteya navdewletî 'CivMilAir' ya ku agahiyên balefirên leşkerî parve dike ragihand ku Amerîkayê balefira xwe ya bi navê 'Roja Qiyametê' bi hewa xistiye.

Balefira Amerîkayê ya bi navê ‘E-4B Nightwatch' ji bo Hêzên Hewayî yên Amerîkayê bi taybetî hatiye çêkirin. Taybetiya vê balefirê ew e ku di dema êrişeke nukleerî de wek navenda rêveberiya operasyonê tê bikar anîn. Ji bo vê jî ev baleifr xwediyê gelek taybetiyên cuda ne. E-4B Nightwatch bêyî danîn dikare hefteyekê li hewa bigere. Herwiha kiraseke ku ji êrişên nukleerî zirar nebîne lê hatiye kiri.

Siteya 'CivMilAir' ragihand ku îro ev balefir li eyaleta Indianayê dest bi firînê kiriye. Di derbarê balefirê de ji aliyê Amerîkayê ve tu agahî nehat parvekirin.

Bi heman mijarî:

Balefir ket: 2 kes jiyana xwe ji dest da
Netanyahu: Îstixbarata Îsraîlê nehişt ku DAIŞ balefira rêwiyan bixe
'Xistina balefira Rûsyayê ya li Idlibê, sabotaja pêvajoya Astanayê ye'
Etîketan:
balefira, ÊRIŞ, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de