05:31 22 Nîsan 2018
    Pentagon

    Pentagon: Tweeta Trump ji Koşka Spî bipirsin

    © AP Photo /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Trump li ser rewşa Sûriyeyê bangî Rûsyayê kiribû û gotibû "Rûsya xwe amade bike, ji ber ew ku (moşek) tên, xweşik, nû û 'jîr' in" Ev yek ji Pentagonê hat pirsîn. Pentagonê got, "Ji Koşka Spî bipirsin."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Carlos Barria
    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser êrişa muhtemel a li dijî Sûriyeyê ev tişt got, "em li ser çalakiyên leşkerî yên potansiyel ên dahatuyê na axivin."

    Pahon da xuyakirin ku ew weke wezaret li ser çalakiyên leşkerî yên potansiyel na axivin,"Ji bo îzahkirina tweeta Serok (ê Amerîkayê Donald Trump) ez we beraliyî Koşka Spî dikim, jê bipirsin."

    Pahon wiha berdewam kir:

    "Weke ku Serok di 8ê Nîsanê de jî bilêv kiribû, li hember êrişên kîmyewî yên rejîma Sûriyê ên 7ê Nîsanê li Dûmayê dehşetengîz in û divê raya navdewletî bertek nîşanî wê bie."

    Bi heman mijarî:

    Pentagon li Washingtonê ji bo Sûriyê 'bijardeyên leşkerî' pêşkeşî Trump dike
    Pentagon: Em ji Minbicê dernakevin, em ê tedbîran bistînin
    Pentagon: Hêza pergala moşekan me têrî hilweşandina cebilxaneyên Çînê û Rûsyayê nakin
    Pentagon: Gelek şervan çûn Efrînê, şerê DAIŞê hat rawestandin
    Pentagon: Amerîka û Tirkiye rêyên kêmkirina rageşiyê li Efrînê gotûbêj dikin
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê Donald Trump, Daxuyanî, Pentagon, Koşka Spî, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de