00:52 21 Nîsan 2018
    Balafirên bombebaranê

    Malpereke amerîkî armancên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê diyar kirin

    © AFP 2018 / PAUL CROCK
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Malpera Stratfor ya lêkolînerî ya amerîkî diyar kir ku "operasyona leşkerî ya ihtimal heye Amerîka li Sûriyeyê bide destpêkirin dê berfireh be" û destnîşan kir ku piştî êrîşa kîmyewî ya îdîakirî, Amerîka hevpeymaneke leşkerî li dijî Şamê çêdike."

    Serokê Amerîkayê Donald Trump
    © REUTERS / Carlos Barria
    Malperê duh sêşemê di raporteke xwe de diyar kiribû ku operasyona nû dê tenê bi armanca jêvegerandina Şamê were kirin lê herwiha bi wê armancê were kirin ku "careke din êrîşên kîmyewî" neke".

    "CUDAHÎ DI NAVBERA VÊ OPERASYONÊ Û YA BERÎ WÊ DE HEYE"

    Li gorî wê raportê, wek çawa di êrîşa yekem a Amerîkayê ya sala 2017an ku li dijî Şiêrata Sûriyeyê de asteng li pêşberî Amerîkayê hebûn, di vê operasyonê de jî dê asteng hebin.

    Herwiha derbarê cudahiya di navbera operasyona Şiêratê de û vê operasyona muhtemel de, malper dibêje ku ya pêşî bi bizaveke yekalî hatibû kirin lê tê pêşbînkirin vê carê gelek alî beşdar bibin û bo çend rojan dewam bike.

    "SÊ WELATÊN EREB JÎ DI HEVPEYMANA LI DIJÎ SÛRIYEYÊ DE NE"

    Li gorî îdîayên malperê, ihtimal heye li gek Fransa û Brîtanyayê, sê dewletên erebî jî tev li wê operasyonê bibin û ew jî Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî bin.

    Di berdewamiyê de tê gotin ku ihtimal heye, êrîş li hinek armancên leşkerî yên li derdora Şama paytexta Sûriyeyê werin kirin, nexasim baregehên Demîr, Merc Rehîl û Mezeyê.

    "IHTIMAL HEYE KU ESAD BI XWE NEYÊ ARMANCKIRIN"

    Li gorî wê raportê li gel van baregehan ihtimal heye ku hinek baregehên din jî bibin armanc wek herêma hêzên moşekî, topxaneyî û navendên fermandariyê lê diyar kir ku dibe, armanckirina Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bi awayekî rasterast neyê kirin.

    "TEVGERÊN AMERÎKAYÊ LI DU BAREGEHÊN ROJHILATA NAVÎN ZÊDE BÛNE"

    Ji aliyê din ve, malperê diyar kir ku Amerîka gelek baregehên leşkerî yên li herêmê yên xwe û hevpeymanên xwe yên li herêmê bi kar tîne ku baregeha Edîd a hewayî ya Qeterê û baregeha brîtanî ya Qibrisê bi kar tîne û destnîşan kir ku tevgereke zêde ya leşkerî ya zêde li van baregehan heye.

    "AMERÎKA DÊ BIXWAZE QADA HEWAYÎ YA IRAQ, URDUN Û TIRKIYEYÊ BI KAR BÎNE LÊ…"

    Herwiha Washington hewl dide ku korîdoran di qada hewayî ya Iraq, Tirkiye û Urdunê re peyda bike da ku êrîş bike lê muhtemelen ji ber têkiliya Bexda û Îranê, Iraq dê vê daxwaza amerîkî red bike."

    ​Kovara bi navê Foreign Policy (FP) li ser rakêşiya di navbera Amerîka û Sûriyê ya di derbarê Bikaranîna çekên kîmyevî de analîzekê weşandibû û gotibû, “Trump eger êriş bike divê êrişeke mezin bike.”

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê bersiva îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî da
    Rûsya: Îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve derew in
    Ceyşul Islamê daxwaza gotûbêjan li hikûmeta Sûriyeyê kir
    Îran: Ev planeke nû ya li dijî Sûriyeyê ye
    Balafirxaneya leşkerî ya Sûriyeyê rastî êrişa moşekî hat
    Lavrov: Divê Tirkiye kontrola Efrînê bide Hikûmeta Sûriyeyê
    Etîketan:
    Şam, Meze, Demîr, Erebistana Siûdî, Îmarat, Îran, Iraq, Tirkiye, Qeter, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de