21:28 24 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump: Rûsya amade be, moşek tên

    © REUTERS / Carlos Barria
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser rewşa Sûriyeyê bangî Rûsyayê ku amade bike û wiha got, "Rûsyayê soz daye ku çi moşekê bi ser Sûriyeyê de were avêtin bixin. Rûsya xwe amade bike, ji ber ew tên, xweşik, nû û 'jîr' in' Diviyabû tu nebûya hevparê wî hewyanê kujer ê bi gazê ku mirovên xwe dikuje û kêfê jê digire."

    Serokê Amerîkayê Donald Trumpî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê Sûriyeyê de nivîsî û gef xwarin.

    Trumpî got, " Rûsyayê sozê dide ku dê çi moşekê bi ser Sûriyeyê de were avêtin bixin. Rûsya xwe amade bike, ji ber ew tên, xweşik, nû û 'jîr' in' Diviyabû tu nebûya hevparê wî Hewyanê Kujer ê bi gazê ku mirovên xwe dikuje û kêf jê digire."

    ​Hêjayî gotinê ye ku Trumpî berî niha jî ji Serokê Sûriyeyê Beşar Esadî re gotibû "heywan" lê vê carê got, "Heywanê ku bi gazê dikuje" û ji Rûsyayê re wiha got:

    Diviyabû tu nebûya hevparê wî Heywanê ku bi gazê xelkê xwe dikuje û kêfê jê digire"

    Herwiha Trumpî di tweeteke din de got, "dema Şerê Sar jî di nav de, têkiliyên me yên li gel Rûsyayê ti carî ewqasî xerab nebûne. "

    "TÊKILIYÊN ME BI RÛSYAYÊ RE TICARÎ EWQASÎ XERAB NEBÛNE"

    Trumpî di tweeta xwe de wiha dewam kir: Ti sedema vê tine. Pêwîsitya Rûsyayê bi me heye ji bo alîkariya wan di aboriya wan de bikin ku ev tişt dê gelekî hêsan be ji bo em bikin û pêwîstiya me hemû neteweyan heye ku bi hev re bixebitin. Pêşbaziya çekan rawestîne?

    "​RÛSYA DÊ GOTINÊN PÛTÎNÎ BÎNE CÎ"

    Zaspikin bi televizyona el Menarê re axiftibû û gotibû:

    Rûsya li himberî her êrîşkariyeke Amerîkayê li ser Sûriyeyê, dê gotinên di daxuyaniya Serokê Dewletê(Vladîmîr Pûtînî)de bîne cî: Dê li moşekên Amerîkayê xin û dê êrîşî wan deveran bikin ku moşek ji wan tên avêtin."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Trump herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin
    ‘Trump wê dîplomatên rûs dersînor bike’
    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    Trump wezîrêkî din ji wezîfeyê distîne
    Etîketan:
    Donald Trump, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de