17:38 22 Nîsan 2018
    Çekên kimyewî

    Amerîka: Ji xeyrî kê li Dumayê çi bikaranî divê em bizanibin kê ev êriş kir

    © AFP 2018 / PHILIPP GUELLAND
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di axaftina xwe de îdîa kir ku bikaranîna çekên kîmyewî yê li Dumayê gelekî eşkere ye.

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di axaftina xwe ya civîna çapemenî de îdîa kir ku bikaranîna çekên kîmyewî yê li Dumayê gelekî eşkere ye, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW(wê dakeve sehayê û agahiyan berhev bike.

    Heather Nauert di berdewamiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘eger Amerîka li hemberî Sûriyeyê medaxeleyeke leşkerî bike wê li benda raporta OPCWê bisekne an na? got: "Em ê îstîxbarata me heye û di destê OPCWê de jî agahî. Gelekî eşkereye li Dumayê çekên kîmyewî hat bikaranîn."

    Nauert di dirêjiya axaftina xwe de got: "OPCW wê dakeve sehayê û agahiyan bide hev. Ev kar gelekî girîng e û em bi wan bawerin. Lê mekanîzmayê hikûmeta Amerîkayê bi xwe hene. Ev mijarên bi îstîxbaratî ne. Em bi heval û dostên xwe re di nava danûstandinê de ne. Em OPCWê dinasin, lê mesele ji xeyrî ku çi hate bikaranîn divê em bizanibin kê bikaranî jî heye."

    Bi heman mijarî:

    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin
    Nauert: Kurd her tim hevpeymana sereke ya Amerîkayê ne
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de