03:14 23 Nîsan 2018
    Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Serokê Amerîkayê Trumpî Tom Bossert

    Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Trumpî Bossert dest ji kar berda

    © AP Photo / Evan Vucci
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koşka Spî ragihand ku Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Serokê Amerîkayê Trumpî Tom Bossert dest ji kar berda.

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Sarah Sanders eşkere kir ku Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Trumpî Bossertî dest ji kar berdaye.

    Berdevka Koşka Spî derbarê destjikarberdana Bossertî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Serok (ê Amerîkayê) ji bo pabendiya welêt û ewlehiya welêt minetdarê Tomî ne. Tom di warê parastina terorî, sîberî û bobelatên xwezayî de gelek hewil da, di vî warî de bû pêşeng. Serok ji bo xizmeta wî ya niştimanperwer spasdarê wî ye."

    Derbarê sedema Bossertî de tu agahî nehatin dayin lê di medya amerîkî de hindek nûçe derketin ku Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Koşka Spî John Bolton xwestiye ku Tom Bossert ji kar berde.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump ger cara dudiya êrişê Sûriyê bike divê êrişeke mezin be’
    Pentagon li Washingtonê ji bo Sûriyê 'bijardeyên leşkerî' pêşkeşî Trump dike
    Ji Trump daxuyaniyeke din bo Sûriyeyê: Wê bersiv tund be
    FBIyê lêgerîn li ofîsa parêzerê Trump kir
    Trump: Em ê di nav 24-48 saetan de biryarên mezin ji bo Sûriyeyê bidin
    Trump: Pêşerojeke baş li pêşiya herdu welatan e
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de