01:05 21 Nîsan 2018
    USS Harry Truman

    Amerîkayê koma xwe ya êrîşkirina dişîne Deryaya Spî

    © AFP 2018 / KENNETH R. HENDRIX
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komkeştiya Amerîkaye koma êrîşkirinê ya keştiya balafiran Harry Truman dişîne Derayaya Spî.

    Hat ragihandin ku Komkeştiya Amerîkayê  "Keştiya Balafiran a USS Harry Truman" û 7 keştiyên şerî dişîne.

    Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Komkeştiya Amerîkayê, "USS Harry Truman" û keştiyên li gel wê dê sibe ji keştîgeha Norfolkê rabin û dê biçin herêmên fîloyên 5an û 6an da ku peywirên xwe bikin.

    Herwiha hat ragihandin ku kruvazora moşekên ajotî yên USS Normandyê, destroyera moşekên ajotî "USS Arleigh Burke",  "USS Bulkeley", "USS Forrest Sherman" û "USS Farragut" bi wan re ne. "USS Jason Dunham"  û "USS The Sullivans" dê paşê tev li wê komê bibin.

    Hat diyarkirin ku keştiya cengê ya alman  FGS Hessen jî dê demekê bi wê Koma keştiyê re biçe ku li gel balafirên şerî yên girêdayî Serfermandariya Hêzên hewayî yên yekem û şeş hezar û 500 personel diçe.

    Bi heman mijarî:

    Trumpî serdana xwe ya Amerîkaya Latînî ji bo Sûriyeyê betal kir
    ‘Amerîka ji bo mudaxeleya Sûriyeyê li pey behaneyan e'
    Ji Trump daxuyaniyeke din bo Sûriyeyê: Wê bersiv tund be
    Rûsya: Rojavayî li Sûriyeyê piştgiriya hêzên tarî dikin
    'Keştiya Amerîkayê ber bi Sûriyeyê ve kete tevgerê'
    Etîketan:
    USS Bulkeley, Amîralê keştiya USS Harry S. Truman, Deryaya Spî, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de