07:39 27 Nîsan 2018
    Artêşa Amerîkayê

    Pentagon li Washingtonê ji bo Sûriyê 'bijardeyên leşkerî' pêşkeşî Trump dike

    © Flickr / Morning Calm Weekly Newspaper Installation
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku dê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) çend bijardeyên leşkerî yên bo Sûriyeyê yên li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li bajaroka Dûmayê pêşkeşî Serokê Amerîkayê Donald Trump bike.

    Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Patrick Ryder got ku Sererakanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford çend bijarde pêşkeşî Trump kirine, lê ew niha nikare ti nirxandinekê li ser hûrgiliyên wan bijardeyan bike.

    Ryder li ser pirsa Amerîka îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê çawa dinirxîne got, "Wêneyên me di televizyonan de dîtin hovane ne. Em bi teqezî (bijardeya leşkerî) dinirxînin."

    Ryder wiha axivî: "Heger em bersivekê bidin jî ez ê li ser vê bijardeyê neaxivim. Peywira me ew e ku em bijardeyan pêşkeşî serok bikin. Cihê ku li ser vê bûyera hovane em lê sekinî ne ev e; em li bijardeyên muhtemel ên leşkerî dinêrin û vê pêşkeşî serok dikin."

    Yek ji berdevkê Pentagonê Eric Pahon jî li ser mijarê da xuyakirin ku hin jê bijardeyên dîplomatîk gelek bijarde niha li ser masê ne û ragihand ku fermandarên hêzên artêşa Amerîkayê îşev ji bo beşdarî civîna ewlekariya netewî ya Koşka Spî bibin li Washingtonê ne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo Reqayê ji KENYyê daxwaza ‘brîfînga vekirî’ kir
    FBIyê lêgerîn li ofîsa parêzerê Trump kir
    'Keştiya Amerîkayê ber bi Sûriyeyê ve kete tevgerê'
    Rûsya: Rojavayî li Sûriyeyê piştgiriya hêzên tarî dikin
    Koşka Spî: Rûsyayê xiyanet li berpirsiyariya xwe ya bo çekên kîmyewî kir
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de