17:15 24 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Ji Trump daxuyaniyeke din bo Sûriyeyê: Wê bersiv tund be

    © REUTERS / Carlos Barria
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmaya bajaroka Şamê daxuyaniyeke din da.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî daxuyaniya xwe ya ku gotibû, ew dê di nav 24-48 saetan de biryarê bidin careke din daxuyanî da.

    Trump got, 'Dê bersiveke tund bê dayîn, lê em dema wê nîqaş nakin.'

    Serokê Amerîkayê 9ê Nîsanê li Koşka Spî li ser îdiayên êrîşa kîmyewî li Dûmayê nirxandin kiribûn û gotibû, "Em rewşê ji nêzîk ve lêkolîn dikin, bi artêşa me re û bi hemû kesên din re em hevdîtinan dikin û di nav 24-48ên bê de em ê biryarên mezin bidin. Muhtemel e ez ê dawiya rojê biryarê bidim."

    Herwiha Trump li ser berpirsyarên êrîşên kîmyewî yên îdîakirî jî dabû xuyakirin, "Rûsya ye, Sûriye ye, Îran e yan jî hemû bi hev re ne? Em ê vê derxînin".

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê ji bo Reqayê ji KENYyê daxwaza ‘brîfînga vekirî’ kir
    ‘Divê Erdogan siyaseta dijatiya Sûriyeyê berde û banga êrîşnekirinê li Amerîkayê bike’
    'HDPê dixwest medyaya herî mezin a Tirkiyê bikire, lê…'
    Rûsya: Di lêkolînên li Dûmayê de şopa madeya kîmyewî nehat dîtin
    Koşka Spî: Rûsyayê xiyanet li berpirsiyariya xwe ya bo çekên kîmyewî kir
    'Keştiya Amerîkayê ber bi Sûriyeyê ve kete tevgerê'
    Rûsya: Rojavayî li Sûriyeyê piştgiriya hêzên tarî dikin
    Etîketan:
    Sûriye, Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de