00:46 21 Nîsan 2018
    Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders

    Koşka Spî: Rûsyayê xiyanet li berpirsiyariya xwe ya bo çekên kîmyewî kir

    © AP Photo / Andrew Harnik
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûma ya Sûriyeyê de got, "Rûsyayê xiyanet li berpirsiyariya xwe ya bo çekên kîmyewî kir."

    Di daxuyaniya Koşka Spî de hat gotin, "Rûsyayê xiyanet li berpirsiyariya xwe ya bo çekên kîmyewî kir. Bila cihê êrîşa li Dûmaya Sûriyeyê ji lêkolînê re vekin."

    Berdevka Koşka Spî Sarah Sander li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li ser sivîlên Dûmayê got ku dişibe bikaranînên berê yên rêveberiya Serokê Sûriyeyê Beşdar Esad.

    Sanders herwiha ji ber piştgiriya bo hikûmeta Sûriyeyê Rûsya û Îran tawanbar kir û got, "Bi vî awayî derket holê ku Rûsyayê xiyanet li soza ji bo dawîanîna bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê dabû kiriye."

    Welatên Rojava ji ber îdiayên êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê artêşa Sûriyeyê tawanbar dikin.

    Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê jî ragihand ku di lêkolînan de ti şopeke bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmayê nehatiye tesbîtkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê Erdogan siyaseta dijatiya Sûriyeyê berde û banga êrîşnekirinê li Amerîkayê bike’
    Rûsya: Di lêkolînên li Dûmayê de şopa madeya kîmyewî nehat dîtin
    Tirkiye: Pêwîst e demildest li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bêne kirin
    'HDPê dixwest medyaya herî mezin a Tirkiyê bikire, lê…'
    Di doza ‘Akademisyenên Aştîxwaz' de biryarek din hat dayîn: Salek û 3 meh cezeyê girtîgehê
    Etîketan:
    Sûriye, êrîşa çekên kîmyewî, Dûma, Rûsya, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de