06:27 21 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Ji Trump daxuyaniya 'êrîşa kîmyewî': Putin û Îran jî berpirsyar in

    © REUTERS / Joshua Roberts
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Twitterê ji bo îdiayên ku dibêjin artêşa Sûriyeyê li Dûmayê êrîşa kimyewî kiriye, got, "Ji bo piştgirî dane Serokê Dewleta Sûriyeyê serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Îran jî berpirsyar in." Trumo ji bo Esad jî got, 'Ew heywan e'.

    Trump ji bo îdiayên ku dibêjin artêşa Sûriyeyê li Dûmayê êrîşên kîmyewî pêk aniye li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Li Sûriyeyê di êrîşa KÎMYEWÎ ya bêaqilane de jin û zarok jî di nav de, gelek mirî hene. Herêma ku ev êrîş lê hat pêkanîn, ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hat dorpêçkirin, loma jî ji derve de kes nikare bigihêje vir.

    Serokê Dewletê (Vladimir) Putim, Rûsya û Îran ji piştgirîkirina (Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar) Esadê heywan berpirsyar in. Berdêlek mezin ya ku were dayîn heye. Vê herêmê tavilê ji bo alîkariya tibî û piştraskirinê vekin. Felaketeke mirovî ya din ya bê sedem. MADÊ MIROV LI HEV DIXE!"

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Derbarê Sûriyeyê de dê ti bijarte ji ser maseyê neyê rakirin
    Ceyşul Islamê daxwaza gotûbêjan li hikûmeta Sûriyeyê kir
    Rûsya: Îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve derew in
    Sûriyeyê bersiva îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî da
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de