07:47 27 Nîsan 2018
    Nivîsgeha Serokê Amerîkayê ya Koşka Spî li Washington D.C

    Amerîka: Derbarê Sûriyeyê de dê ti bijarte ji ser maseyê neyê rakirin

    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji şêwirmendên Qesra Spî Bossert li ser îdiayên dibêjin artêşa Sûriyeyê êrîşeke nû ya çekên kimyewî kiriye, bal kişand ser midaxeleya leşkerî ya Amerîkayê ji bo ser Sûriyeyê û got, derbarê vî welatî de dê ti bijarte ji maseyê neyê rakirin.

    Şêwirmendê ewlehî û têkoşîna terorê yê Donald Trump Thomas Bossert di bernameyeke televîzyona ABCê de ji bo îdiayên êrîşa kimyewî ya artêşa Sûriyeyê li dijî herêma Dûmayê ya Xûtaya Rojhilat got, "Ti tiştekî ji ser maseyê ranakim."

    Bossert bi vî awayî ji ber wan îdiayan bal kişand ser hedefgirtina artêşa Sûriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve û got, "Em niha êrîşê lêkolîn dikin."

    Bossert ji bo wêneyên ku tê gotin li Dûmayê hatine girtin got, mirov heyirî dihêlin.

    Bi heman mijarî:

    Ceyşul Islamê daxwaza gotûbêjan li hikûmeta Sûriyeyê kir
    Rûsya: Îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve derew in
    Sûriyeyê bersiva îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî da
    Gelo ji bo çi Tirkiyeyê cihên leşkerên fransî yên li Sûriyeyê eşkere kir?
    Rûsya: Divê bê cudahî hemî pêkhate beşdarî hevdîtinên pêşeroja Sûriyeyê bibin
    Etîketan:
    Şêwirmendê Donald Trump, Thomas Bossert, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de