10:37 23 Nîsan 2018
    Artêşa Sûriyeyê

    Amerîka: Divê Esad were darizandin

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gel ku Amerîkayê Moskow bi piştgiriya Hikûmeta Sûriyeyê tawanbar kir jî lê dîsa ji Rûsyayê xwest ku nehêle bêtir êrîşên kîmyewî li Sûriyeyê çêbibin.

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê di daxuyaniyekê de got, Amerîka bangî Rûsyayê dike ku bê merc piştgiriya xwe ji desthilata Sûriyeyê re rawestîne û li gel civaka navdewletî bixebite da ku nehêle zêdetir êrîşên kîmyewî yên hovane pêk werin.

    Di heman demê de Amerîkayê dîsa û bi awayekî nerasterast hikûmeta Sûriyeyê û Moskow bi bikaranîneke nepiştrastkirî ya çekên kîmyewî tawanbar kirin.

    Nauertê di berdewamiyê de got ku Amerîka ji nêzîk ve rewşa bajarê Dûmayê dişopîne û raportan destnîşan kiriye ku di encama êrîşa kîmyewî de gelek qurbanî çêbûne.

    Di berdewamiyê de wiha hat gotin: "Ev raport, eger werin piştrastkirin, tirsnak in û pêwîst dikin ku civaka navdewletî yekser bersivê bide…Divê Esad û kesên piştgiriya wî dikin bên derxistin ber dadweriyê û divê tavilê rê li ber çi êrîşên din were girtin."

    Ji aliyê din ve,Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku "Rûsya bi piştgiriya xwe ya xurt ji Hikûmeta Sûriyeyê re, berpirsayra dawî ya van êrîşên hovane ye"

    Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Sûriyeyê gelek caran bikaranîna çekên kîmyewî red kiribû û ragihandibû ku komên çekdar berpirsyar in.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Rewşa li Reqayê krîtîk e gel dest bi serhildanê kir
    Rûsya bersiva Îtalya û Fînlandiya yê da
    Rûsya moşekên nû yên yên navdewletî ceriband
    Rûsya: Îstixbarata amerîkî ketiye hewla danûstandina bi dîplomatên hatine dersînorkirin re
    Rûsya: 38 hezar milîtan bi malbatên xwe ve gihîştin Idlîbê
    ‘Divê di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de hevkariya bazirganiya serbest bê kirin'
    Rûsya: Em hevkariya çandî ya bi Brîtanyayê re bidawî nakin
    Etîketan:
    Beşar Esad, Heather Nauert, Amerîja, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de