19:26 20 Nîsan 2018
    Helîkoptera Apaçiyê

    Li Amerîkayê careke din qezaya helîkopterê qewimî: 2 leşker mirin

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Kentucky ya Amerîkayê helîkoptereke bi modela Apaçî ya AH-64Eyê ket û di encama bûyerê de 2 leşkerêm amerîkayî jiyana xwe ji dest da.

    pezkovî-ajal
    © Sputnik / Ekaterina Chesnokova
    Hat daxuyandin ku li eyaleta Kentucky ya Amerîkayê li herêma balafirxaneya leşkerî ya Fort Campbellê helîkopterek ket û di encamê de 2 leşkerên amerîkayî mirin.

    Ofîsa Hewayî ya 101an ya bi ser Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ve derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku helîkoptera leşkerî li nêzikî balafirxaneya Fort Campbellê şeva îniyê di saet 21.50an de ket.

    Hat ragihandin ku helîkoptera ketiye bi modela Apaçî ya AH-64E ye û di qezayê de 2 leşkerên amerîkayî mirine.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja çarşemê jî balafireke şer ya F-16 li nêzikî Nevadayê, roja sêşemê jî helîkoptereke bi modela Super Stallion ya CH-53Eyê li herêma Kalîforniyayê ketibû.

    Bi heman mijarî:

    Li Çeçenistanê helîkopter ket: Herî kêm 5 kes mirin
    Li Amerîkayê pezkovî helîkopter xist
    Li Kanadayê Helîkopter ket
    Helîkopter bi ser kuleya televizyonê de ket
    Rûsya: Helîkopter ji aliyê DAIŞê ve nehat xistin
    Etîketan:
    ketin, helîkopter, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de