18:44 20 Gulan 2018
    YPG û leşkerên Amerîka

    Amerîkayê çima biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê guhert?

    © REUTERS / Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê têkiliyên navnetewî Raîd el-Masrî û siyasetvanê Misirî Mulhem el-Han nîqaşên li ser vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê, ji nû ve çalakbûna DAIŞê û piştgiriya Amerîkayê ya bo HSD-YPGê ji Spûtnîkê re nirxandin.

    Masrî li ser daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê vekişîna ji Sûriyeyê û piştre jî betalkirina wê diyar kir ku ev hemû bi fişara leşkeran û hin hêzên polîtîk pêk hatin.

    ‘DAXUYANIYA VEKIŞÎNÊ PROVOKASYON BÛ'

    Siyasetzanê Misirî dibêje, wateya jeopolîtîk a daxuyaniya Trump ku fînansmaneke nû ji Erebistana Siûdî bo Sûriyeyê bistîne provokasyonek e ji bo berdembûna operasyonên Amerîkayê li Sûriyê.

    "Lê belê Prensê Siûdî Muhammed bîn Selman ev provokasyon encam da ku prens bi temamî li gorî plana Amerîka û Îsraîlê daniye tevdigere."

    ‘ÇAWA KU BEHSA FÎNANSMANÊ HAT KIRIN, DAIŞ ÇALAK BÛ'

    Siyasetvan Mulhem el-Han jî ji nû ve çalakbûna DAIŞê bi daxuyaniyên vekişîna Amerîkayê ve girê dide û dibêje, "Ne tiştekî bixweber e ku DAIŞ bîata xwe ya bo Ebûbekîr Bexdadî bi awayekî eşkere aniye ziman. Hinekan plana vê yekê kirine, piştgirî dane û ev kampanya destpê kiriye. Çawa ku behsa fînansmana nû hat kirin, DAIŞ jî çalak bû. Niha divê çavkaniyên wan ên fînansmanê ji nêzîk ve bên şopandin."

    ‘AMERÎKA JI BER HSDÊ JÎ MABE VEKIŞÎNA SÛRIYEYÊ NAFIKIRE'

    El Han dide zanîn ku Bexdadî niha dîsa dikare xîlafeta xwe zindî bike û piştgiriya Amerîkayê ya ba Hêzên Sûriya Demokratîk wiha dinirxîne:

    "Amerîka niha vekişîna ji Sûriyeyê nafikire. Lewra ev operasyoneke pir biha ye. Bi taybet jî piştî ku ew qas pere bo HSDê xerc kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Brîtanyayê ajalên li mala Skripal îmha kirine
    Li sînorê Xezeyê 5 filîstînî hatin kuştin, 250 jî birîndar bûn
    Haley: Rûsya qet nabe dostê Amerîkayê
    Tirkiye ji bo biryara Amerîkayê ya Rosoboronexportê: Mijar hatiye girtin
    Çîroka sê jinan: Li ser serê çiyayekî Kurdistanê bi tena serê xwe dijîn
    Du leşkerên tirk li Colemêrgê hatin kuştin û yek birîndar bû
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de