09:59 20 Nîsan 2018
    Alayên Amerîka û Rûsyayê

    Amerîkayê mueyideyeke nû li ser Rûsyayê sepand: Patruşev û Miller jî lîsteyê de ne

    © REUTERS / Maxim Shemetov
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Amerîkyê mueyideyên xwe yên li dijî Rûsyayê zêde kirin ku lîsteyeke nû li wan zêde kir û ew lîste ji 24 kesan pêk tê ku bîrokrat û pîşesaz di nav de ne û herwiha 14 sanî jî di nav de ne. Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Nikolay Patruşev û Serokê Gazpromê Aleksey Miller jî di nav de ne.

    Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku birêveberiya Washingtonê ji ber îdîayên ku Rûsyayê ziyan gihandiye demokrasiya dewletên rojavayî, destwerdana li hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên 2016an kiriye, Sûriye û Ûkranyayê mueyideyên xwe berifreh kirine.

    Kesên ku li lîsteya mueyideyan hatine zêde kirin wiha ne; Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Nikolay Patruşev, Fermandarê Pasevanên Neteweyî ya Rûsyayê Viktor Zolotov, Serokê Gazpromê Aleksey Miller, Birêveberên Giştî yê Banka VTBê  Andrey Kostin, pîşesazên rûs Oleg Deripaska, Suleyman Kerimov, Viktor Vekselberg, Kirill Şamalov û rayedarên payebilind tê de cî digirin.

    Rayedarên ku Amerîka ew xistine lîsteyê wiha ne: Alîkarên Serokê Dewleta Rûsyayê Andrey Fursenko û Yevgeniy Şkolov, endamê Dûmayê Andrey Skoç, Serokê Saziya Çadvêrkirina Pêwendiya Girseyî û Teknolojiya Agahiyên Federal a Rûsyayê (Roskomnadzor) Aleksandr Jarov, Dîrektorê Peymangeha Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê û serokwezîrê berê Mîxaîl Fradkov.

    Şirketên ku nû tev li lîsteyên jî şirketên xebatên cûrbicûr dikin wek  şirketa derfirotnên leşkerî ya dewleta Rûsyayê Rosoboronexport, Koma GAZê, Russkiye Maşînî, Bazoviy Element, B-Finance, koma En+,Evrosibenergo, Rusal, Kuban Argo, Gazprom Burenie, NPV Engineering, Ladoga Management ve Genova bûn.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka baregeha leşkerî li Dêra Zorê ava dike
    Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
    Amerîka hêzeke taybet li rojavayê Kobaniyê bicih dike
    Amerîka: Em ji Baregeha Încirlikê venaqetin
    Tirkiye: Amerîka li ser soza xwe bisekine hewceyê operasyona li Minbicê namîne
    ‘Li pişt provokasyona Skrîpal hêzên mezin ên wek Brîtanya û Amerîka hene’
    Etîketan:
    Genova, Ladoga Management, NPV Engineering, Gazprom Burenie, Kuban Argo, Rusal, Evrosibenergo, Koma En, B-Finance, Bazoviy Element, Russkiye Maşînî, Rosoboronexport, Kirill Şamalov, Viktor Vekselberg, Suleyman Kerimov, Oleg Deripaska, Andrey Kostin, Aleksey Miller, Viktor Zolotov, Nikolay Patruşev, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de