06:26 27 Gulan 2018
Salih Muslim

Muslim: Eger Amerîka dest ji kurdan berde, dê ticarî hevalan li Rojhilata Navîn peyda neke

© AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê "di demeke nêz de" ji Sûriyeyê vekişin, rayedarên kurd ragihand ku ev vekişîn dê "karesat" be û divê herî kêm çend salan li wir bimînin. Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim got, "eger Amerîka dest ji kurdan berde, dê ticarî hevalan li Rojhilata Navîn nebîne."

Malpera Stripesê ya amerîkî raportek derbarê rewşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de amade kir û ragihand ku rayedarên kurd wiha difikirin, eger Amerîka niha an jî di demeke nêz de ji Sûriyeyê vekişe, dê "karesat" be, ji ber dibe têkbirina DAIŞê bi salan biajo.

"DAIŞÊ LI DÊRA ZORÊ BÎREKE PETROLÊ Û GUNDEK STENIDE"

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim got,"Demeke dirêj ji têkbirina DAIŞê re pêwîst e, belkî bi salan biajo.  Ev herêm çol e û DAIŞ di navbera Iraq û Sûriyeyê de diçe û tê. Ew dê bi hêsanî xelas nebin."

Raport diyar dike ku operasyonên HSDê ya ku YPGê pêşengiya wê dike û Amerîka piştgiriya wê dike li Sûriyeyê piştî operasyona Tirkiyeyê li ser Efrînê hêdî bûye, ji ber şervanên kurd û ereb eniyên şerî li dijî DAIŞê hiştin da ku wê derê biparêze û wiha dibêje: "Şervanên DAIŞê bîreke petrolê û gundek li herêma Dêra Zorê stendine".

FERMANDARÊ KURD: EM PIŞTRAST IN KU AMERÎKA DÊ BIMÎNE

Fermandarê kurd ê berê ku niha di Navenda Lêkolînan a Firatê de analîzan dike, Nasir Hecî Mensûr diyar dike ku "kurd piştrast in ku hêzên amerîkî bimînin û wiha dewam dike: "DAIŞê sûd ji operasyona Efrînê girt da ku bêhna xwe bide, refên xwe organîze bike û niha jî êrîşên kontrayê li dijî hêz û sivîlan dane destpêkirin."

"RAYEDARÊN AMERÎKÎ: MESELA VEKIŞÎNÊ ŞAŞFÊMKIRINEK E"

Hecî Mensûr dibêje ku "rayedarên amerîkî dibêjin, ev hemû şaşfêmkirin in û wan ji birêveberiyê re gotiye ku nikarin niha ji Sûriyeyê derkevin. Vekişîna Amerîkayê ya lezgîn û ji nişkê ve dê valahiyeke mezin a desthilatê li Sûriyeyê çêke."

Li gel ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî qebûl kir ku bo demeke din li Sûriyeyê bimînin, gelek raport derdikevin ku mayîna wan dê bi mehan be, ne ku dê bi salan be û ev jî li gorî malperê, ev tişt ne bi dilê rayedarên kurd ên bakurê Sûriyeyê ye.

"AMERÎKA VEKIŞE, HER KES DÊ WÊ BI ÎXANETÊ TAWANBAR BIKE"

Rayedarê birêveberiya Bakurê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar dike ku herî kêm divê hêzên amerîkî sê salên din li Sûriyeyê bimînin û li ser ihtimala vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê wiha dibêje: "Ew dê karesat be û heta mirovên asayî yên li kolanan jî dê vê xiyanet bihesibînin."

"PIŞTÎ ÇAR SALAN, ÊDÎ BAWERÎ DI NAVBERA KURDAN Û AMERÎKIYAN DE ÇÊBÛYE"

Muslim dibêje, eger Amerîka di nava çend mehan de ji Sûriyeyê vekişe, ev dê ne di berjewendiya kurdan de be ne jî di berjewendiyên Amerîkayê de bin û wiha dibêje: Piştî çar salan ji şerî, êdî şêwazeke ji baweriyê di navbera mletê kurd û yê amerîkî de ye. Eger Amerîka dest ji kurdan berde, ev tê wê wateyê ku dê qet hevalan li Rojhilata Navîn nebîne."

Bi heman mijarî:

‘Amerîka û Rûsya li ser statûya kurdan a li Sûriyeyê li hev kirine'
Amerîka baregeha leşkerî li Dêra Zorê ava dike
Tirkiye: Amerîka li ser soza xwe bisekine hewceyê operasyona li Minbicê namîne
Etîketan:
HSD, YPG, DAIŞ, Bedran Çiya Kurd, Nasir Hecî Mensûr, salih muslim, Bakurê Sûriyeyê, Efrîn, Sûriye, Amerîka, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de