14:54 19 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Şerê aboriyê yê di navbera Amerîka û Çînê de gur dibe

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku Çîn di meseleya baca gumrikê de neheq tevdigere 100 milyar dolarê din jî li baca Çînê zêde kir.

    Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Qesra Spî ve hat dayîn de "Nûnertiya Aboriyê ya Amerîkayê (USTR) bi fermana Trump li ser baca gumrikê ku ji Çînê tê xwestin 100 milyar dolar zêde kiriye."

    Şerê aboriyê yê di navbera Çîn û Amerîkayê de meha çûyî dest pê kir. Trump meha çûyî di pola de ji sedî 25, di demir de jî sedî 10 baca gumrukê zêde kiribû. Hefteyek beriyê de Dewleta Çînê jî bersiv dabû Amerîkayê û di vê çarçovê de li ser 128 cûre berhemên Amerîkayê ji sedî 15 û 25 baca gumrikê zêde kiribû.

    Li ser vê biryara Çînê Amerîkayê bi hinceta "Çîn bi vê biryarê dixwaze agahî û teknolojiya Amerîkiyan desteser bike" bi fermana Trump biryareke nû hilda û ragihand ku wê baca gumrikê ya ji bo Çînê 100 milyar dolar zêde bikin.

    Bi heman mijarî:

    Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
    Barak Obama: zagonên aboriya cîhanê gerek ne Çîn, lê Amerîka binivîse
    Amerîka bi 2 milyar û nîvan NHByan difiroşe Almanyayê
    Etîketan:
    şer, aborî, çîn, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de