04:12 20 Nîsan 2018
    Rayêdara Wezareta Derve yê Berpirsê Pêwendiyên Leşkerî Tina Kaidanow

    Washington dixwaze Tirkiye dev ji stendina S-400an berde

    © AFP 2018 / JIM WATSON
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêveberiya DYAyê ji bo dewleta Tirkiyeyê ji kirîna pergala parastina hewayî ya S-400an paş de vegerîne pêşniyazek li Tirkiyeyê kir. Derbarê pêşniyazê de rayedara wezareta derve ya Amerîkayê agahî dan.

    Li gor nûçeya Haberturkê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê bi daxwaza ku Tirkiyeyê ji stendina pergala parastina hewayî ya S-400an paş de vegerîne derket holê ku pêşniyazek surprîz peşkeşi rêveberiya Tirkiyeyê kiriye. Rayêdara Wezareta Derve yê Berpirsê Pêwendiyên Leşkerî Tina Kaidanow heftaya borî Enqere ziyaret kir. Kaidanow ragihandibû ku ezê pêşniyazek cazîp pêşniyaz bikim, lê derbarê naveroka pêşniyazê de ti agahî parve nekiribû.

    Rayedara amerîkî yê wezareta derve hûrguliyên pêşniyazê eşkere kir: "Em niyeta Tirkiyeyê ya pêşdebirina pergala hewayî fêhm dikin, lê divê hemû endamên NATOyê bi pergalek ku bi tevahiya dewletên NATOyê re entegre bixebite bikarbîne. Pergalek rûs ne li gor standartên me ye."

    Rayedar lîsteya bihayê pergala Patriotan û nameya niyetê ya hevkariyê pêşkeşî Tirkiyeyê kir. Herwiha rayedara amerîkî da zanîn ku em fişarê li Tirkiyeyê dikin ku ji kirîna pergalek parastina hewayî ya rûs paş de vegerînin.

    Bi heman mijarî:

    DYA wê ji Tirkiyeyê re alternatîva S-400 a rûsî pêşnîyar bike
    Rûsya: Peymana di navbera me û Tirkiyê ya li ser moşekên S-400 herdu aliyan jî memnûn kir
    Amerîka: 'S-400 dê bibe sedema sepandina dorpêçan, werin em ji bo alternatîvê bixebitin'
    Etîketan:
    Parastin, Patriot, S-400, Tina Kaidanow, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de