06:03 20 Nîsan 2018
    NHBya Amerîkî ya RQ-4A Global

    Amerîka bi 2 milyar û nîvan NHByan difiroşe Almanyayê

    © AP Photo / Remy de la Mauviniere
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Amerîkayê biryara firotina bi Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) ku di nava wan de cûreyên weke MQ-4C Triton jî hene û buhayê wê 2 milyar û nîv dolar e, erê kir.

    Li gorî daxuyaniya Ajansa Hevkariya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Wezareta Derve daxwaza Almanyayê ya kirîna NHByan erê kiriye. Li gorî wê yekê Almanya ji Amerîkayê 4 heb NHByên MQ-4C, 1 pergala baregeheke operasyonê, 1 pergala baregeha pêşdeçûyî ya operasyonê û 20 pergalên navîgasyonê difiroşe Almanyayê.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi giştî bêdela vê danûstendinê 2 milyar û nîv e û ev danûstendin dê bi awayekî erênî bandorê li ser ewlehiya NATOyê bike.

    Hêjayî gotinê ye ku ji bo ku danûstendin were erêkirin divê ji senatoya Amerîkayê û ji Meclisa Komîteya Xizmetguzariyên Çekan di nava mehekê de tu îtîraz neyên.

    Bi heman mijarî:

    Welatên Rojhilat û Amerîka derewên xwe yên di derbarê Sûriyê de didomînin
    Rûsya: Amerîka ji bo hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn kaoseke bi kontrol dixwaze
    ‘Şerê Tirkiyê yê YPGê xeleka nû ya tevdana Amerîka ya şerê Sûriyê ye’
    Amerîka: Pêwîst nake em li Sûriyê bimînin, em ê bi 'şirîkên herêmî' re bixebitin
    Etîketan:
    Danûstendina çekan, NHB, Ajansa Hevkariya Ewlehiyê, Almanya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de