14:49 19 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Wê Trump, li sînorê Meksîkayê hêzeke di navbera 2 û 4 hezar leşkeran de bicih bike

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû wê li sînorê Meksîkayê yekîneyên yedek ên leşkerî werin bicihkirin, hat zanîn ku di navbera 2 û 4 hezar leşkeran de hêzek tê bicihkirin.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman dabû artêşa Amerîkayê ku li sînorê Meksîkayê hêzên yedek ên Mihafizên Netewî bicih bikin.

    Piştî fermana Trump hat ragihandin ku dê hejmara wan hêzên li sînorê Meksîyê werin bicihkirin di navbera 2-4 hezaran de be.

    Trump di daxuyaniya xwe ya li nav balafira Air Force One de, nêrîna xwe ya derbarê hejmara leşkerên li sînorê Meksîkayê werin bicihkirin parve kiribû û diyar kiribû ku xebatên rêveberiyê yên li ser mesrefên wê berdewam dikin.

    Etîketan:
    Meksîka, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de