17:28 24 Nîsan 2018
    Li Minbicê wesayîteke leşkerî ya Amerîkayê

    Pentagonê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê wek ‘paşgotin' nirxand

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Dana White pirsa li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyeyê weke îdiayên ‘paşgotin’ rave kir.

    Dana White di civîna rojnamevanî de li ser pirsa peyamnêrekî ya bibîrxistina daxuyaniyên Koşka Spî û Donald Trump ên vekîşandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê wiha bersiv da:

    "Min paşgotiniyên derbarê vekişînê de bihîstin. Dizanim ku Serok gotiye ‘li demeke nêzîk', lewra em di têkbirina DAIŞê de gelekî serkeftî bûne, lê hîn DAIŞ bidawî nebûye û em pabendî wê yekê ne ku bi temamî DAIŞê tune bikin."

    White herwiha diyar kir ku wekî her car ew dîsa dibêjin, erka wan li Sûriyeyê têkbirina DAIŞê ye û hindik maye temam bibe, lê hîn bidawî nebûye.

    Bi heman mijarî:

    Keça ku ji êrîşa balafirên tirk baz dida ji kendalê de ket û birîndar bû
    Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?
    Yekîtiya Ewropayê 3 milyar euro dide Tirkiyeyê
    Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda
    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Minbic, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de