05:08 21 Nîsan 2018
    Donald Trump

    Trump hêvî dike ku dewletên kendavê mesrefên mana hêzên amerîkî li Sûriyeyê bidin

    © REUTERS / Leah Millis
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêvî dike, dewletên kendavê mesrefên hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bidin û ji şêwirmendên xwe daxwaz kir ku vekişîna hêzan bo şeş mehan organîze bikin.

    Li gorî malpera CNNê ya amerîkî, "Trump xwestiye ku peywira hêzên amerîkî ya li Sûriyeyê li dijî DAIŞê di nava şeş mehan de bi dawî bûye" û "dilgiraniya xwe ji bo mesrefên Amerîka li ser herêmê xerç dike ragihandiye."

    Herwiha li gorî kanalê, Trumpî pirsiye jî bê çima "dewletên kendavê pereyan ji bo pêvajoya dabînkirina îstiqrarê li Sûriyeyê nadin."

    CNNê li ser zimanê senatorekî amerîkî ragihandiye ku Trump di civîna tîma Elwehiya Neteweyî de gazin ji mezaxtina pereyên amerîkî li herêmê kirine ku li gorî wî, ti sûdê li Amerîkayê nake.

    Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sandersê duh li Sûriyeyê berdewamiya hevkariya bi ‘şirîkên herêmî’ re bi bîr xistibû û gotibû, êdî pêwîst nake leşkerên me li wir bimînin.

    Bi heman mijarî:

    Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
    Lavrov: DYA û Mutefîqên wê hê jî dixwazin Esad biçe
    Serokwezirê Avûstûryayê Kurz: Me dîplomatên rûs dersînor nekirine û em nakin jî
    Etîketan:
    Sarah Sanders, Donald Trump, Kendav, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de