15:37 22 Nîsan 2018
    hêzên amerîkî Rojava

    ‘Dîroka vekişandina hêzên amerîkî ji Sûriyeyê diyar bû'

    © REUTERS / RODI SAID
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump xwest herî zêde di nava 6 mehan de hêzên amerîkî ji Sûriyeyê vekişin.

    Li gor zanyariyên berdest, Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze berî hilbijartina navber a meha mijdarê yên Kongreyê leşkerên amerîkî ji Sûriyeyê vekişin. Li gor îdîaya nûçeya ajansa APê ku dispêre berpirsekên bilind ê Qesra Spî, Donald Trump dixwaze herî zêde di nava 6 mehan de leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

    ‘SEBRA TRUMP DIQEDE, LÊ DÎROK NEDIYAR E'

    Berpirsên amerîkî dibêjin: "Serok Trump ji bo vekişandina leşkeran ji Sûriyeyê hê dîrektîf nedaye û li hemberî raya giştî dîrok eşker nekiriye, lê dixwaze berî hilbijartina navber a meha mijdarê leşkerên amerîkî ji Sûriyeyê vegerin."

    Berpirsên amerîkî ku ji axaftina Qesra Spî ya civîna Konseya Ewlehî ya Neteweyî ku roja sêşemê hat lidarxistin haydar in ragihandin ku sebra Trump a vekişandina leşkeran her diçe kêm dibe û di navbera berpirsên ewlehî û yên leşkerî de jî ji bo vekişandinê lihevkirinek çênebûye.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê balafira F-16 ket
    Gelo êdî giringiya kurdan li ba Amerîkayê bi dawî bû?
    'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'
    Amerîkayê depoyê xwe yê 39 tonî ji Baregeha Încirlikê bar kir
    'Amerîkayê karwaneke leşkerî ya bi qasî kîlometreyekê şand Minbicê'
    Milîsên reqayî êrişî baregeha Amerîkayê kirin
    Etîketan:
    Vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyeyê, Donald Trump, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de