17:33 22 Nîsan 2018
    Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders

    Amerîka: Pêwîst nake em li Sûriyê bimînin, em ê bi 'şirîkên herêmî' re bixebitin

    © AP Photo / Andrew Harnik
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders, li Sûriyeyê berdewamiya hevkariya bi ‘şirîkên herêmî’ re bi bîr xist û got, êdî pêwîst nake leşkerên me li wir bimînin.

    Berdevka Koşka Spî di civîna çapemeniyê de daxuyaniya Koşka Spî ya derbarê vekişîna bilez a ji Sûriyê piştî dawîanîna li DAIŞê bi bîr xist û wiha got:

    "Armanca me ya mayîna li Sûriyeyê tunekirina DAIŞê bû. Me di vê armanca xwe de pêşveçûneke cidî bi dest xist. Lewma jî êdî pêwîst nake leşkerên me li wir bimînin. Niha mebest cîbicîkirina proseya veguhestina hêzên herêmî ye."

    Sandersê herwiha ji bo pêvajoya nû ya Sûriyeyê destnîşan kir ku ew dê di xebata xwe ya ‘bi hêzên şirîkên herêmî' û ‘welatên herêmê' re berdewam bin û wiha pê de çû:

    "Bi serokatiya Serok Trump di dawîanîna xîlafeta DAIŞê de pêşveçûnên cidî hatin bidest xistin. Di vê mijarê de em dê bi hevpeymanên herêmê û şirîkên xwe re xebata xwe berdewam bikin. Lê aniha em dixwazin bala xwe bidin ser heyama veguhêz a bi hêzên herêmî re."

    Sandersê li ser ajandeya vekişînê jî diyar kir ku divê li benda ragihandina Trump nemînin ji ber ku li gor pêvajoyê ku dema wê tê ew daxuyaniyan didin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê balafira F-16 ket
    Facebookê agahiyên 87 milyon kesan bê ûsûl bikar anî
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    Rûsyayê ji bo krîza Skrîpal ji KENYê daxwaza civînê kir
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de