14:46 19 Nîsan 2018
    Mûsil - DAIŞ

    Qesra Spî: Şerê li dijî DAIŞê bi lezgîn dawî dibe

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî daxuyaniya Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump dê ji Sûriyeyê vekişin, Qesra Spî ragihand ku şerê li dijî DAIŞê ya li Sûriyeyê bi lezgîn dawî dibe.

    Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders diyar kir ku şerê li dijî DAIŞê ya li Sûriyeyê bi lezgîn dawî dibe, lê hêj xilas nebûye. Herwiha berdevka Qesra Spî dîroka vekişandinê jî neda.

    Sanders destnîşan kir ku Amerîka planên xwe yên ji bo pêşeroja Sûriyeyê diyar bike, bi hevalbendên xwe re dişewire û danûstandina fikran dike.

    Sanders got: "Em ji bo planên xwe yên pêşerojê bi hevlbendên xwe re dişewirin û dê şewrên me jî dewam bikin. Amerîka bi biryare ku heta DAIŞiyek jî li Sûriyeyê bimîne dê têkoşîna xwe dewam bike."

    Îro jî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî ji bo Sûriyeyê bi telefonê axivîn. Serokkomariya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku herdu serok wek hev difikirin ku nabe ti tişt wan ji armanca bergirtina li vejîna DAIŞê li Sûriyeyê dûr bixe.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu ji bo hevpeymanê got: We nikaribû bi DAIŞê û rewş hîn bêîstiqrar kir
    Li bajarê Diyalayê di navbera Artêşa Iraqê û DAIŞê de şer derket
    'Talîmat ji leşkerên amerîkî re hatine ku wek bersiva DAIŞê didin bersiva Tirkiyeyê bidin'
    Generalê amerîkî: Em tenê nikarin bi DAIŞê
    DAIŞê xala kontrolê danî û 5 leşker kuşt
    Etîketan:
    DAIŞ, Sarah Sanders, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de